YNK: Xakfiroşan baregehên Tirkiyeyê anîne Dihokê

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 00:09

Di 16’ê Nîsanê de Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di fitarekê de gotibû; “Em ti carî nikarin bibin hevkarê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, wêrankirin û bikaranîna xelkê ya ji bo berjewendiyên xwe.”

Malbenda 3 ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan (YNK) ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê bersiv da Mesrûr Barzanî.

Malbendê got, “Xakfiroş ew in, ên ku zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê. Xakfiroşî ew e ku rê ji bo şehîdxistina welatiyan xweş dikin û daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dikin. Daxuyanî û helwêsta serokê kabîneya 9’an, di warê siyasî, aborî, dîplomasî û karê bi hev re jî, Herêma Kurdistanê ber bi tuneleke tarî ve dibe.

Ya ku niha li Herêma Kurdistanê rû dide, binpêkirina hemû pîvanên dewletbûnê ye, sedema vê jî teror e û sedem siyasî ne. Hikumraniya herêmê hemû dem li ber piyê Bexdayê ketiye, ma divê hûn şanaziyê bi çi bikin? Ma ji bilî tevlîhevkirin û nehiştina taybetmendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çi di çanteyê wî de maye? Li ser asta cîhanê jî dosyayên piştevaniyê hemû dûr xistine, li ser asta navxweyî jî yekîtî têk biriye û hewl dide têkiliyên heyî jî tine bike.

Van biraderan, di warê aboriyê de jî hemû çavkaniyên dahat, mûçeyê mamosta, pêşmerge û polêsan gihandine qonaxek tarî."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.