YNK û PDK’ê li Pîrmamê çi kir?

În 11 Sibat 2022 - 22:52

  • Hevserokê YNK´ê Bafil Talabanî û serokê PDK´ê Mesûd Barzanî pêncşemê civiyan. Mijara wan lihevkirina li ser hikûmeteke muhtemel a li Bexdayê bû.

Hevserokê YNK´ê Bafil Talabanî û serokê PDK´ê Mesûd Barzanî pêncşemê civiyan. Mijara wan lihevkirina li ser hikûmeteke muhtemel a li Bexdayê bû. Herdu alî jî nexasim li ser meseleya serokkomarê Iraqê de li hev nakin. Ji ber wê jî mijara sereke ya herduyan serokkomariya Iraqê bû. Lê ji ber ku ti daxuyaniya fermî piştî civînê nehat dayîn, nayê zanîn ka herdu aliyan li ser çi li hev kir, yan jî nekir. Dîsa jî çavkaniyan haya wan ji civînê heye, bi kanalên ne fermî gotin, mesele li ser yekbûna aliyên Kurd li Bexdayê jî bûye. 

Li ser civîna herdu aliyan a li Pîrmamê weke sirrekî ma ji ber ku ji bilî daxuyaniyê, wêne û dîmenên civînê jî nehatin veşartin. Tenê çapemeniya PDK´ê bi nûçe û şiroveyên siyasetvanên PDK´ê îdîa kir ku Bafil Talabanî ne ji bo lihevkirina li serokkomar, lê ji bo hevgirtina Kurdan li Bexdayê çûye Pîrmamê û Mesûd Barzanî piştî civînê gotiye, civîn erênî bûye. Ka ev erênîbûna civînê li xêra Kurdan yan ya Mesûd Barzanî û malbata wî bû, wê piştre bi bûyerên li ser avakirina hikûmeta li Bexdayê diyar bibin. PDK halê hazir di tifaqa sêalî ya Sedr, Helbûsî û Barzanî de cihê xwe digire. YNK jî bi aliyê şîî yê ku Malikî jî tê de cihê xwe digire.

Dadgeha federal a Iraqê namzetê PDK´ê yê serokkomariyê Hoşyar Zêbarî ji ber tohmetên gendeliyê red kir û li ser boykotê jî yekşema bihurî serokkomarê Iraqê nekarîbû bê hilbijartin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.