- Berdevkê YNK’ê ragihand ku mafê serokkomariya Iraqê yê wan e û ew hêvîdarin di vê mijarê de tu pirsgirêk çênebin.
Berdevkê YNK’ê ragihand ku mafê serokkomariya Iraqê yê wan e û ew hêvîdarin di vê mijarê de tu pirsgirêk çênebin.
Şandek PDK’ê doh çû Silêmaniyê û bi rêveberên YNK’ê re civiya. Piştî civîna her dû aliyan, berdevkên YNK’ê û PDK’ê ji çapemeniyê re axivîn.
Destpêkê berdevkê YNK’ê Emîn Babeşêx axivî û da zanîn ku mafê serokkomartiya Iraqê ya YNK’ê ye, ji bo vê ew bawer nakin di vê mijarê de pirsgirêkek derkeve.
Emîn Babeşêx di dewama axaftina xwe de got; “Li Herêm û Bexdayê pêwîstiya me bi yekrêziyê heye, emê ji bo vê jî serdana hemû aliyan bikin.
Hemû hewldanên me wê ji bo ku Kurd bibin yek bin çêbibe. Niha şandek YNK’ê li Bexdayê di nava guftugoya bi aliyên siyasî reye. Armanc ewe ku Kurd bi yek bername biçin Bexdayê, di civîna îro (doh) de jî me behsa hilbijartin, pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê kir.”
Piştre berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed jî axivî û diyar kir ku armanca wan jî yekîtiye û wan derbarê mafê serokkomartiya Iraqê de tu guftugoyek nekiriye.
SILÊMANÎ