- Li Başûrê Kurdistanê herdu partiyên desthilat, piştî hilbijartinan herî zêde dikevin qirika hev ji bo wezîfeyên cihê.
Endama Rêveberiya YNK’ê Hesîbe Ebdula got, YNK tenê bi şertekî wê dev ji wezîfeya serokkomariya Iraqê berde, ew jî heger wezîfeya serokatiya Herêma Kurdistanê bidin YNK’ê. Li gorî nûçeya Berhem Letîf a di Rojnewsê de Hesîbe Ebdula gotiye, wezîfeya walîtiya Kerkûkê jî para Kurdan e, di nava Kurdan de jî para YNK’ê ye.
Li Başûrê Kurdistanê herdu partiyên desthilat, piştî hilbijartinan herî zêde dikevin qirika hev ji bo wezîfeyên cihê. Tê gotin, PDK dixwaze serokkomariya Iraqê bibe para wê, lê YNK qebûl nake û dibêje, ew erk para YNK’ê ye.
Endama Rêveberiya YNK´ê Hesîbe Ebdula li ser mijarê ji Berhem Letîf re axiviye.
Hesîbe Ebdula pêşî ji bo waltiya Kerkûkê dibêje, YNK bi ti awayekî dev ji wezîfeya walîtiya Kerkûkê bernade: “Ew para YNK’ê ye û em dev jê bernadin.”
Hesîbe Ebdula destnîşankir ku YNK tenê dikare bi şertekî dev ji serokkomariya Iraqê berde, ew jî ger serokatiya Herêma Kurdistanê radestî YNK’ê were kirin. Hesîbe Ebdula di dewamê de got, heger ev jî çênebe, ji xwe wezîfeya walîtiya Kerkûkê para Kurdan e, di nava Kurdan de jî para YNK’ê ye. Li ser encama minaqeşeyên PDK´ê jî ew dibêje, “PDK bûye sedem ku walîtiya Kerkûkê niha di destê Erebekî de ve bi wekalet, ev çar sal in wiha dewam dike. Ev hewldanên niha jî wê ziyanê bigihîne Kurdan, wê bibe sedem ku careke din walîtiya Kerkûkê ji destê Kurdan derkeve.”
Piştî encamên hilbijartinê, PDK û YNK 8’ê Cotmehê li Silêmaniyê civiyabûn. Piştî civînê berdevkên her du partiyan ji çapemeniyê re axivîbûn. Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed li ser wezîfeya serokkomariya Iraqê gotibû; “Rast e serokkomartiya Iraqê para Kurdan e, lê ne şerte ew wezîfe tenê ji bo aliyekî be.”
Berdevkê YNK’ê Emîn Babeşêx jî di heman daxuyaniya çapemeniyê de bersiva berdevkê PDK’ê dabû û gotibû; “YNK hewl dide wezîfeya serokkomariya Iraqê ji bo Kurdan be, di nava Kurdan de jî ji bo YNK bi dest bixe, em kar dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN