YNK divê qatil bigire
Şemî 25 Îlon 2021 - 02:45
Elî Kerîmî got, divê zûka kujerên têkoşer Şukrî Serhad werin girtin û bên cezakirin.
Siyasetvan û nivîskar Elî Kerîmî nerazîbûn nîşanî şehîdkirina endamê Komîteya Şehîdan a PKK´ê Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) ê 17 Îlonê li Silêmaniyê MÎT’a Tirk ew şehîd kiribû, û got, "Başûrê Kurdistanê di encama siyaseta şaş de veguheriye navenda çeteyan û qetilkirina têkoşer û şoreşgerên Kurd". Wî xwest, kesên ku Şukrî Serhet şehîd kirine bi lez û bez bên girtin û cezakirin.
Elî Kerîmî got, "Piştî Şoreşa Îlonê her du partiyên sereke yên li Başûrê Kurdistanê PDK’ê û YNK’ê parçe bûn. Êdî wan her du partiyan desthilata Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibir. Lê diyar e, ne xwedî perspektîfên birêvebirina herêmên Kurdan in. Lê dewleta Tirk û komara Îranê xwedî desthilat in û divê partiyên desthilat tenê biryaran pêk bînin."
Elî Kerîmî bi bîr xist ku şehîd Şukrî Serhed li Silêmaniyê nêzî navenda Polêsên Federal hatiye şehîdkirin û ev jî dibe sedema bêhtir gumanan.
Li ser armancên PDK’ê ji êrişê, Kerîmî ev şirove kir: "PDK’ê bi vê êrişê dixwaze bibêje kesên digotin ev bajarekî ewle û aram e, di rastiyê nikarin welatiyên xwe biparêzin. PDK dixwaze fitne û tevliheviyê li Silêmaniyê derxe. PDK û dewleta Tirk di vî sûcî de yekser gunehbar in."
Elî Kerîmî da zanîn ku hîna jî kujerên şehîd Şukrî Serhad serbest in û wiha peyivî: "Tevî hebûna kamereyên çavdêriyê, YNK’ê dikarî yekser kujer binasiya û radestî edaletê bikirana. Lê heta niha ev nebûye."
Elî Kerîmî bang li YNK’ê kir da ku êdî bêdeng nemîne, kujerên şehîd Şukrî Serhad bigire û bide dest edaletê: "Em welatiyên Başûrê Kurdistanê û hevrêyên şehîd Şukrî Serhad vî sûcê tirsonek bi tundî şermezar dikin û bang li YNK’ê dikin ji bêdengiya xwe bi dawî bike û kujeran radestî edaletê bike."
ROJNEWS/SILÊMANÎ