YNK: Dijminatiya Tirk rawestînin

În 17 Hezîran 2022 - 22:43

  • Doh li seytereya Kelarê, wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ve hate bombekirin, û di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Doh li seytereya Kelarê, wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ve hate bombekirin, û di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Doh sibehê, li gundê Berlut ê li bakurê navçeya Kelara ser bi Germiyanê, droneyekê wesayîtek bombe kir. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Kesê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Hejar ya li Kelarê.

PDK´ê ji ku pê dizanî?

Hîna êriş nû hatibû kirin, Saziya qaşo li dijî terorê ya PDK’ê got, balafira bê mirov a dewleta Tirk êriş kiriye.

Bang li parlamena Iraqê kir

Fraksiyona YNK’ê li parlamena Iraqê li ser êrişê got, binpêkirina serweriya xaka Iraq a bi destê dewleta Tirk, nayê qebûlkirin û êrişa dewleta Tirk a bi tûndî şermezar kir.

Fraksiyona YNK’ê ya li Parlamena Iraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û gotin; “Binpêkirina serweriya xaka Iraqê û asîmanê Iraqê bi destê dewleta Tirk nayê qebûlkirin. Em weke Fraksiyona YNK’ê êrişê bi tûndî şermezar dikin. Tirkiye ji bo bicihkirina pîlana xwe, her roj xelkê dike hedef. Doh li Şengalê îro jî li Kelarê komek xelkê sivîl bi neheqî hatin şehîdkirin.

Em bang li Parlamentoya Iraqê dikin, bi erka xwe ya nîştimanî rabe, serweriya dewlet, can û milkê welatiyên xwe biparêze û sinorekî ji kiryarên dijminatiya dewleta Tirk re dane.”

GERMIYAN/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.