YNK amade ye bicivin

Sêşem 21 Sibat 2023 - 00:52

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku wan daxwaz ji serokê YNK’ê Bafil Talabanî kiriye da ku YNK û PDK pirsgirêkên xwe bidin aliyekê û li ser pêkanîna hilbijartinê, bi hev re bicivin.

Weke sedem jî Rêwaz Fayeq got, “Ji ber ku peywendiya hilbijartinê ne tenê bi PDK û YNK’ê ve heye, bi hizbên din û gel ve heye. Bafil Talabanî ev pêşniyaza me qebûl kir û ji endamê Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya YNK’ê Refet Ebdula xwestiye ku bi berpirsê Desteya Rêveber ya Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî re peywendiyê deyne û vê înîsiyatîfê jê re ragihîne. Refeet Ebdula jî ev yek ji Fazil Mîranî re gotiye, lê Fazil Mîranî gotiye, em ê bersivê bidin. Heta niha bi fermî ti bersivek nedane YNK’ê.”

Seroka parlamentoyê, di dawiyê de jî da zanîn ku YNK ji bo diyarkirina rojeke ji bo hilbijartinê, amade ye bi PDK’ê re bicive.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.