Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) sîwana saziyên jinên Kurd ên li Swîsreyê ye. YJK-S´ê kongreya xwe ya salane li dar xist. Kongre li hola salona konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê hat lidarxistin. Kongre diyarî Evîn Goyî a di 23’ê Kanûna 2022’yan de li Parîsê hat qetilkirin û Endama Navenda Akademiya Jinelojiyê Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin, hat kirin.
Bi dehan delege û gelek beşdar tevlî kongreyl bûn. Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) Zeynep Dersim, rojeva jinan nirxand. Dersim got, “Di pêvajoya 2022 û 2023´yan de jinên Kurd bi roleke çalak rabûn û di têkoşîna jinên cîhanê de bûn hêmaneke diyarker.”
Zeynep Dersim bal bire ser afirînerê felsefeya “Jin jiyan azadî” Rêber Apo û got, “misogerkirina azadiya Rêber Apo ya fizîkî wê bibe rojeva me ya sereke.”
Divê herkes dengê xwe bide
Zeynep Dersim têkîldarî hilbijartinên serokomarî û parlemena Tirkiyeyê yên 14’ê Gulanê jî û got, “Dibe ku îro li Swîreyê dema dengdanê dawî bûbe. Lê erk û berpirsiyariyên me hê temam nebûne. Dive em niha telefonî malbat, xizm û nasên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê bikin da ku roja 14’ê Gulanê dengê xwe bidin.”
Piştre rapora salekê ya YJK-S’ê hate xwendin û nirxandin.
Her wiha sînevîzyona axaftina Rêber Abdullah Ocalan a li ser azadiya jinê hate temaşekirin.
Piştre rêveberiya nû ku ji 10 kesan pêk tê, hat hilbijartin, nûnerên perwerde, civakî, têkiliyên derve û rêxistinên Yekîtiya Starê hatin diyarkirin û plansaziyên demkî hatin kirin.
Hin biryarên di kongreyê de hatin girtin wiha ne;
* Xala bingehîn ya xebatên serdema nû ya YJK-S’ê misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.
* Bi avakirina atolyeyên perwerdehiyê, veguhestina Zanista Jineolojiyê ji bo xelkê
* Berdewamkirina xebatên li ser avakirina pergala konfederal a jinê
* Di meclîsan de xebatên li ser pêşxistin û belavkirina zimanê dayîkê
* Rêxistin û xurtkirina dîplomasiya gel.
ANF/BASEL