YJA Starê bi çekên giran lê da
Pêncşem 22 Îlon 2022 - 21:21
- HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiyê de ji Botanê heta Zap û Mêtînayê 9 dagirkerên din hatine kuştin û 2 gerîla şehîd bûne.
HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiyê de ji Botanê heta Zap û Mêtînayê 9 dagirkerên din hatine kuştin û 2 gerîla şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê got, “Ji Botanê heta Zap û Metînayê di çalakiyên gerîla de 9 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de çeperek jî hate rûxandin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir."
HPG'ê ragihand ku gerîla Ezda û Mahîr li Cûdî şehîd bûne:
Li Botanê
“Hêzên me 7'ê Îlona 2022’yan li herêma Cûdî, li derdora gundê Serdehlê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kir. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn.
Piştî çalakiyê dijmin, cenazeyên leşkerên cezakirî û leşkerên birîndar bi helîkopterê ji qadê birin.
7'ê Îlona 2022’yan li quntara Mistê Elî ya herêma Cûdî di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî û bombardûmaneke giran li qadê hate kirin. Di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Ezda û Mahîr ên heta kêliya dawî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Hevrêyên me Ezda û Mahîr ku demeke dirêj li herêma Cûdî man, berxwedaneke destanî nîşan dan, li dijî dijmin bi çalakiyan tola komkujiyan hilanîn, ew ê her tim ji têkoşîna me re pêşeng bin.”
Nasnameyên şehîdan weke li jêr e:
Ezda Meşkan (Şehla Tekîn) a li Colemêrgê ji dayik bûye, keça Zehra û Mehmet Fehîm, 7'ê Îlona 2022´yan li Cûdiyê şehîd bû.
Mahîr Başkale (Emrah Dûman) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Nezîre û Remzî, 7'ê Îlona 2022´yan li Cûdiyê şehîd bû.
HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan kite bi kite agahî dan:
Li Zê (Zapê)
21'ê Îlonê saet di 12:40'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran da. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.
21'ê Îlonê saet di 13:40 û 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê 2 dagirker ceza kirin.
Li Metînayê
21'ê Îlonê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran l dagirkeran xist û 2 dagirker ceza kirin, dagirkerek birîndar bû û çeperek hate îmhakirin.
21'ê Îlonê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yê bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.
BEHDÎNAN