Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku li zindana Afyonkarahîsarê Tîpa T Hejmara 1'ê dihat ragirtin û nedihat dermankirin, can da. 

Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî doh serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Rayedar li malbata Yilmaz geriyan û ji wan re gotin, girtî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Hayrettîn Yilmaz wê li Sêrtê bê veşartin.

Yilmaz ku bi kansera pişikê bû, her wiha nexweşiyên ulser, gastrît û reflu yên mîdeyê, nexweşiya tîroîd û nexweşiyên giran ên diranan pê re hebûn. Rayedarên Tirk bi bahaneya vîrûsa koronayê demeke dirêj nehişt ku Yilmaz bê dermankirin. Her wiha tevî ku cezayê wî daket binê salekê jî nehiştin ku ji mafê berdana bi kontrol sûdê werbigire.

MA/STENBOL