Yeşil Sol xelkê dibe ser sindoqan
Şemî 13 Gulan 2023 - 00:31
Heta niha 55 hezar hilbijêran serî li Partiya Çepa Kesk (Yeşil Sol Parti) daye, da ku ew wan roja hilbijartinê bibe deverên ku ew ê deng lê bi kar bînin. Ji Komîsyona Hilbijêrên Ne li cihên xwe yên hilbijartinê, Ferhan Kaplan got, ew ê ti hilbijêrê xwe li derve nehêlin.
Li gorî nûçeya Yusra Batihan û Enes Beyaz a di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de ji van 55 hezaran 35 hezaran li bajarên cihê ne û roja hilbijartinê divê biçin cihê xwe yên dengdanê. Wekî din 20 hezarên mayî, hilbijêrên gundan e yên ku sindoqê wan birine gund yan jî navçe û bajarên din.
Ji komîsyonê, Ferhan Kaplan got, wan ji van hilbijêran hinek veguheztine û yên mayî jî ew ê hemûyan veguhêzin. Di dewamê de wî got, “Em bi rêya komîsyonan hîna jî hewl didin hilbijêrên ne li herêma xwe ya dengdayînê ne tespît bikin. Em hewl didin wan veguhêzin herêma dengdayînê. Bi sedan hevalên me di komîsyonê de cih digirin.”
Kaplan da zanîn ku ew nexasim jî ji bo deverên erdhejê xebatên xwe hîna dewam dikin û paşê wiha dawî li axaftian xwe anî: “Bi taybetî jî ji bo kesên kal, astengdar em xebateke cuda dikin. Em ê wan bibin ser sindoqê. Em ê ji wan re bibin alîkar ku dîsa vegerînin. Piştî xebatên me, daxwazeke zêde çêbû. Em ê tevahiya kesên miracaetî komîsyona me kirine, veguhêzin herêmên wan û dîsa li malên wan vegerînin. Em ê ti hilbijêrê xwe li derve nehêlin. Banga min ji bo hilbijêrên li derveyî herêma xwe ya hilbijartinê ew e ku xwe bigihînin me da ku em wan veguêzin.”
ENQERE