Yên jin kirin jiyan

În 21 Adar 2025 - 03:00

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku  ji bo jinên di Newrozê de bedena xwe dan ber agir nirxandinên kir û wek ‘yên jin kirin jiyan’ pênase kir, di alî fêmkirina geşedanên îro de perspektîfên girîng pêşkêş dike.

Newroza îsal bi banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê sibatê de bi rayagiştî re hat parvekirin tê pêşwazîkirin.

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên der barê Newroz û PKK’ê de, ji bo fêmkirina geşedanên îro girîng e. 

Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 1996’an de der barê Newrozê de nirxandi kir û li Kurdistanê jiyanê pênase dike.

Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Jiyan ji mirinê wêdetir hatiye têkbirin. Ji êş, zor û zehmetiyê wêdetir, jiyanek ji mirinê bêtartir tê jiyîn. Lê li hember vê têkoşînek bi mezin heye. Me di van rojên Newrozê de gav avêt jiyanek nû.”

Rêberê Gelê Kurd diyar dike ku navê damezrandina PKK’ê di rojek Newrozê de hatiye avêtin û di rojeke Newreozê de gava yekemîn ya vê partiyê ya vê tevgerê avêtine.

Yên jin kirin jiyan

Abdullah Ocalan wiha dibêje:"Divê em bibêjin ku em vê hêviya mezin beriya her tiştî deyndarê van şehîdên leheng in. Dîsa li welatê me jiyan bi navê jinê jî tê naskirin. Di van rojan de jî xwe şewitandina 4 keçên Kurdistanî heye. Zekiye, Rahşan, Berîvan, Ronahi navên herî mezin ên ku jin veguherînin 'jiyan' in. Jin ji her demê zêdetir di nava vî şerî de weke aliyekî jiyanê yê bi hêz cihê xwe dibîne. Û bêyî silavkirina van şehîdên jin ên qehreman, van şehîdên Newrozê yên mezin, van biryarên jiyanê yên bi hêz, ne mimkûn e ku jiyan were fêmkirin an jî edalet pêk were. Em dibêjin ku weke gelên ku gihiştine rastiya jiyanê, biryarên xwe girtine, her cure têkoşîn dane, ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya mirovahiyê em bi israr in. Dîsa li ser vê bingehê, partiyeke bi rêbertiyê ve girêdayî wê ji her demê zêdetir rola xwe bilîze, ne tenê weke partiyeke teng a rizgariya netewî, her wiha weke partiyeke ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêviyeke girîng. Wê ji bo vê dîrokê gelek caran bedel bide. Heta ku serketina herî berfireh berdêla hemû mirovahiyê bide ev dê bidome.”

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.