Yên her kesî ne, ne yên Kurdan in

În 21 Tebax 2020 - 00:00

  • Bi halê heyî PDK û YNK ji bo dewletên herêmî û navnetweyî hemûyan hêzeke wekîl in ku bên bikaranîn. Pêdivî bi alternatîfeke nû ya siyasî heye ku hêrsa milet organîze bike û beriya her tiştî doza çûna PDK û YNK´ê bike.

Luqman GULDIVÊ

Ti siyaseta Başûr a serbixwe gelo beramberî hêzên herêmî û navneteweyî heye? Di navbera Bexda, Enqere û Tehranê de hêzên siyasî yên Başûr xwedî helwêsteke çawa ne? Alternatîfeke çawa dikare Başûr ji kaosê xilas bike? Me ev pirs ji akademîsyen Dr. Seevan Saeed pirsî. Seevan Saeed ê ku doçent e li Dibistana Dîrok û Şaristaniyê ya Zanîngeha navdar a Çînê, Shaanxi Normal University, dibêje, bi halê heyî PDK û YNK ji bo hemû dewletên herêmî û navnetweyî hêzeke wekîl in ku bên bikaranîn. Bi ya wî yekane rê alternatîfeke nû ya siyasî ye ku hêrsa milet organîze bike û beriya her tiştî doza çûna PDK û YNK´ê bike.

Mirov siyaseta Hikûmeta Dihok, Hewlêr, Helebce û Silêmanî û di navbera Bexda, Enqere, Tehran û Washingtonê de li ku deyne?

Hêza vê hikûmetê ya bifikire, ti siyasetê bi cih bike û bûyerên siyasî çêke, nîne. Heta ez dikarim bibêjim, di nava hikûmetê de biryarçêker jî nînin. Ew li hêviya ajandayên herêmî û navneteweyî dimîne, da ku li ser wê bên ferzkirin. Ji ber wê em dikarin behsa siyaseta di navbera van hêzên herêmî û navneteweyî de bikin yanî siyaset li Başûr çawa ye û reaksiyona partiyên qaşo siyasî çawa ye. Hikûmeta Herêmî ya Kurd (KRG) li Başûr beramberî van hêzan hemûyan gelekî nerm, dilsozane û bi helwêsteke gelekî qels e. Hem PDK û hem jî YNK, lê belê komên piçûktir jî ku navê partiyên siyasî li xwe dikin, tiştekî ku li dijî wan hêzên li Iraq û herêma KRG´yê ji bo berjewendiyên xwe şer dikin, bibêjin, nîne. Mînaka herî besît jî reaksiyona wan ya li dijî bombekirinên Îran û Tirkiyeyê ye, nexasim jî dagirkeriya dewleta Tirk, û kuştina rojane ya sivîlan e. Heta vê kêliyê jî yekê ji partiyên siyasî, bi hevokekê jî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar nekir. Berevajî vê, ew hincetan didin Tirkiyeyê da ku kirinên xwe yên neqanûnî û neinsanî li ser erdên herêma Kurdistanê bike. Ji ber wê yekê van dewletan KRG li hesabên xwe weke hêzeke "eskerên bi pere" zêde kir, yeke ku dikare her kêlî bi destê van dewletan bê bikaranîn. Yanî, KRG tevî hizbên xwe hemûyan weke hêzeke xwediyên wê pirr û wekîl a her kesî, lê ne ya miletê Kurd xuya dike. Yanî her yek ji van dewletan dikare ji bo berjewendiyên xwe KRG´yê ji bo berjewendiyên din li dijî dewleteke din bi kar bîne.

Naxwe ti siyaseteke xweser a Kurd li KRG´yê nîne?

Ti elaqeya KRG´yê bi Kurdîtî, şoreş û têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê re nîne. Weke hêzên sereke PDK û YNK bi awayekî eşkere beşek ji ajandayên îstîxbarî û eskerî yên Îran û Tirkiyeyê ne. Partiyên piçûk jî xewna wan e ku weke van partiyên mezin bên bikaranîn. Ya rastî, hêrs û protestoyeke mezin a civakî beramberî rewşê heye. Lê nebûna alternatîfê, nebûna vîzyona hêzên şoreşger a organîzekirina vê hêrsê û veguherîna alternatîfê, hişt ku KRG heta îro li ser çongê xwe be, lewma ew ji mêj ji piyan ketiye. KRG nekarî pêdiviyên herî besît ên xelkê jî misoger bike. Ti sedema mana wê nîne, divê ew biçe. Herêma Kurdistanê û Iraq wê bimînin, lê hikûmeta KRG divê biçe. Ya ku van partiyên qaşo yên siyasî di du dehsalan de anî serê Kurdistanê, dijminên Kurdistanê di sedsalan neanîn serê Kurdistanê.
Heger alternatîfeke baş, paqij û şoreşger peyda bibe, ev partî hemû divê bên tinekirin, eynî weke rejîma Baesê. Ew hemû sûcdar in. Partiya herî mezin li KRG´yê, dîroka wê mişt e ji zordariyê û hevkariya bi dijminên Kurdan hemûyan re. Ji ber wê avakirina arenayeke siyasî ya bi tevahî guhertî ji ya berê, yekane çareserî ye ji bo kaosa li Başûr.

Lê helwêsta fraksiyonên siyasî beramberî dagirkeriya dewleta Tirk çi ye?

PDK bi temamî bi vîna MÎT´a Tirk û dewletên din ên berjewendiyên wan li herêmê hene, tevdigere. Partiyên piçûktir hemû jî di bin hegemoniya PDK´ê de ne. Ji ber wê di parlamena qaşo ya KRG´yê de ti fraksiyon nîne ku yekser yan jî neyekser di bin tesîra dewleta Tirk de nebe. Ji ber wê em ti dengê ku dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk li Kurdistanê şermezar bike, nabihîzin.

Tesîra Îranê li Başûr çi ye? Ti ferqa partiyan beramberî Îranê heye?

Hem YNK û hem jî PDK bi destê dewleta Tirk û Îranê ne. Ya xuya welê ye ku PDK bêhtir bi destê Tirkiyeyê be û YNK jî bi destê Îranê be. Lê rastî ew e ku herduyan her tişt ji bo her du dewletan kir. Heta ku ev her du dewlet bihêlin ku ev her du partî karibin dahata ji petrolê û dewlemediyên Kurdistanê bidizin jî, ew ê her tiştî ji bo her du dewletan bikin. Îran ajandaya xwe li Iraqê bi gelek partiyan cîhbicî dike; di nava van de PDK û YNK jî hene.
Dewleta Tirk heman tiştî bi komên Turkmen, Erebên Sune, PDK û YNK´ê dike.
Kujerê Dr. Qasimlo Sahra Rudi destê partiyên siyasî yên di parlamenê hemûyan de girtiye. Îran çi bixwaze dikare li Silêmanî û Hewlêrê bike, eynî weke Tirkiyeyê.

Gelo raya giştî dikare li dijî desthilata siyasî li Başûr tiştekî bike?

Raya giştî li Herêma Başûrê Kurdistanê hinekî ecêb e. Pirraniya xelkê ji ber nedana mûçe ji hikûmetê qeherîne. Heger KRG sibe mûçeyan bide, ew ê serê xwe ji bombekirina dewleta Tirk neêşînin. Di van 25 salên bihurî de komên Kurdî bi awayekî sîstematîk exlaq, rûmet û nirxên pirraniya miletê Kurdistanê xira kirin.
Ji ber wê pêvajoyeke demdirêj a perwerdeyê lazim e ji bo ji nû ve avakirina kesayetî û nirxên xelkê. Paşê hîna nû mirov dikare bi rastî behsa raya giştî bike. Heger tu ji mirovan bixwazî ji bo rûmet û mafên xwe dakevin kolanan, ji bo welatê xwe li dijî bombekirina jetên Tirkan, ji ber ku PDK û YNK naxwazin, belkî herî zêde 100 kes dakevin kolanan. Ez careke din bibêjim, raya giştî tenê dikare bi tevgereke alternatîf bê çalakkirin û ev alternatîf hîna nîne. Heger hêzeke raya giştî hebe, ew ê beriya derxistina dagirkeriya Tirk, dozê bike ku PDK û YNK biçin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.