- Koma Şanoyê ya Yekta Hêvî, promiyera lîstika xwe ya bi navê “Tu Ne Gara Yî” li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê pêk anî.
Koma Şanoyê ya Yekta Hêvî, promiyera lîstika xwe ya bi navê “Tu Ne Gara Yî” li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê pêk anî. Şanoya Yekta Hêvî, ev bi salan e di bin banê saziya Dicle Firat de xebatên xwe yên şanoyê didomîne û heta niha gelek lîstikên şanoyê derxistine ser dikê.
Lîstika ku Azîz Nesîn nivîsandiye, Şehmûs Sefer wergerandiye Kurdî, bi derhêneriya şanoger Nazim Hîkmet Çalişkan û lîstikvaniya Serhat Yûnûsoglû, Ozgur Adiguzel û Welat Bayhan derdikeve ser dikê.
Lîstik li hola Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin û şanohezan hol tije kir. Şanohezan lîstik gelekî ecibandin. Piştî lîstik bi dawî bû li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê Kemal Ûlûsoy kom pîroz kir û guldesteyek radestî lîstikvan Serhat Yûnûsoglû kir.
Wek îronî û bi şêwaze komedyayê, şano li dijî mîlîtarîzmê ye û desthilatiyê rexne dike. Desthilat xwe li ser qehremantiyeke derewîn dide avakirin, û ev lîstik bi awayekî hûnerî wê teşhîr dike û rastiya wê dide ber çavên temaşevanan.
Derhênerê listikê Nazim Hikmet Çalişkan dibêje, ew dê bi lîstika xwe li gelek cihan xwe bigehînin şanohezan.
MA/AMED