- Artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Temirê Gozeliyê êriş bire ser dibistana gund û malên sivîlan. Mamosteyê gund dibêje, armanc betalkirina perwerdeyê ye.
Mamosteyê dibistana gundê Gozeliyê yê Til Temirê Xidir Mihemed destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker yekser dibistan kiriye armanc û ziyaneke mezin daye dibistanê. Wî her wiha got, dagirker dixwazin perwerdê bisekinînin da ku nifşên nû bê perwerde û nezan bin.
Li ser xeta Eyn Îsa heta bi Til Temirê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yêîn dagirkeriyê zêde dike. QSD´ê di daxuyaniyên de xwe da zanîn ku bi berxwedanê wan kariye bi dehan êrişkaran bikujin. Lê QSD´ê wekî din da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker peymana agirbestê binpê dike û hêzên garantor Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê û Rûsya bi erka xwe ranabin.
Li Gozeliyê sivîl kirin hedef
Niha eşkere bû ku Artêşa Tirk a dagirker roja 24`ê Adarê, dibistan û malên sivîlan ên li gundê Gozeliyê yê li bakurrojavayê Til Temirê yekser kirine armanc û ziyan li wan kiriye.
ANHA´yê xwe gihand hin wêne û dîmenên zerar û ziyana artêşa Tirk a dagirker daye gundê Gozeliyê. Mirov di wêneyan de dibîne çawa dewleta tirk li dibistana gund û malên sivîlan xistiye.
Êrişê kir ku bawername neçin serî
Têkildarî êrişên artêşa dagirker, mamosteyê dibistana gundê Goziliyê, Xidir Mihemed axivî û got, ji ber artêşa Tik a dagirker yekser dibistan kiriye armanc, ziyanên mezin çêbûne.
Xidir Mihemed got, wan plan dikir ku pêncşemê yanî pêr bawernameyên qonaxa yekê bidin zarokan. Lê ji ber êrişê ev yek neçûye serî. Tevî ku dîtira rojê, xwendekar bi kêfxweşî çûne dewamê lê ji ber ku bawernameyên xwe wernegirtin e, xweziya wan di ber wan de maye. Lewma avahiya dibistanê qismî di êrişê de wêran bû.
Mihemed diyar kir ku dibistan ji hemû aliyan ve hatibû amadekirin da ku qada perwerdeyê baş bi rê ve biçe.
Jiyana mamosteyan di xeterê de ye
Mamoste Xidir Mihemed da zanîn ku tevî zor û zehmetiyê û dibistan nêzî xeta şer a bi çeteyên artêşa Tirk re ye, lê belê malbatên xwendekaran û ew bi israr bûn ku perwerdeyê berdewam bike û ev lê zêde kir: "Xwendekar bi awayekî sîstematîk dewam dikin û em ji bo perwerdekirina wan jiyana xwe dixin xeterê."
Mamoste Xidir Mihemed di dawiya gotina xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide nifşên nû nezan bimînin.
ANHA/TIL TEMIR