Yekitiya siyasî pirsgirêkan çareser dike

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:10

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Hêz û aliyên siyasî yên Şengalê di havîna 2023’an de bi navê Hêz û Pêkhateyên şengalê yekîtî û tifaqa xwe ragihandibûn û ji wê demê ve ye li ser navê xelkê Şengalê kar û xebatên girîng hate meşandin. PADÊ, YNK û Teqedûm ku aliyên siyasî yên vê tifaqê bûn, bi biryareke hevpar bi hevpeymana Yekîtîya  Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartina parêzgeha Mûsilê dibin.

Qayid Şengalî, namzetê YNK’ê li ser hevpeymaniya ‘Yekîtiya Gelên Nînowayê’ derbarê tifaqa siyasî ya Şengalê û girîngiya hilbijartinê de axivî.

Qayid Şengalî diyarkir ku Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê pêngaveke gelek girîng bû, ev yek bû sedem ku wekî hevpeyman beşdarî hilbijartina parêzgeha Mûsilê bibin:“Di van hilbijartinan de partiyên siyasî yên mezin bandora wan li ser hilbijartinan heye lê eger yekîtiya partiyan pêş bikeve, bi hev re dikarin nûnerên rastîn ên gelê Şengalê bibin xwedî hêz di nava encûmena parêzgehê de.”

Namzet zarokên Şengalê ne

Qayîd Şengalî bal bire ser pirsgirêkên siyasî û îdarî yên Şengalê û got: “Ev pirsgirêk heya niha nehatiye çareserkirin, ji ber hin aliyên derekî li ser Şengalê tifaqiyê dikin. Piştî fermana bi ser Şengalê de hatî, ji bilî xelkê Şengalê ti aliyên siyasî li Şengalê xwedî derneketin, ên ku li Şengalê xwedî derketin zarokên Şengalê bûn. Ji bo dengdanê jî pêwîste xelkê me baweriya xwe bi van kesa bîne û beşdarî di piroseya dengdanê de bikin. Tenê bi yekîtiyê em dikarin rê li ber destwerdanên li ser Şengalê bigrin. Em bi rêya van namzetan dikarin rê li ber hemû pîlanan bigirin. Em bang li hemû namzetên Şengalê dikin ji bo xelkê xwe bibin şervan û di aliyê siyasî de ji bo doza Êzîdiyan şer bikin. Hemû namzetên me jî xelkê Şengalê ne û di fermanê re derbas bûne. Em ji her kesekî zêdetir êşa xelkê xwe dizanin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.