Yekîtî dikare êrişan asteng bike

Yekşem 16 Nîsan 2023 - 16:09

Parlamenterê Iraqê Biryar Reşîd got, fraksiyonên Kurd ên li parlamena Iraqê dikarin bi yekîtiyê dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê û bi taybet jî li dijî Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker rojabne êrişî sivîlan dike, Hikûmeta Iraq û Herêmê bêdeng in. Derbarê êrişan de parlamenterê Iraqê Dr. Biryar Reşîd ê ji fraksiyona YNK’ê got, ne cara yekem e ku dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê êrişan dike û wiha peyivî; “Em weke fraksiyona YNK’ê van êrişan bi tûndî şermezar dikin, ji bo lêkolîna cihê bûyerê, şandek ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve hatiye erkdarkirin ku çûye serdana cihê bûyerê. Em ê ji parlamena Iraqê bixwazin li ser êrişan civîneke taybet li dar bixe.”

Reşîd di dewamê de got, ew dizanin li nav xaka Herêma Kurdistanê nêzî 100 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene; “Ji van 5, baregehên leşkerî yên hewayî ne, nêzî 4 hezar leşker hene û 9 baregehên istîxbaratê jî hene. Ti lihevkirinek bi Iraqê re nîne, pêwîst e nemînin.”

Di dawiya axaftina xwe de parlamenter Dr. Biryar Reşîd got; “Divê ji bo ku Tirkiye li nav Herêma Kurdistanê nemîne, em kar bikin. Divê sînorek ji êrişan re were danîn, ev jî tenê bi yek helwêstiyê dibe. Ji bo ku dawî li êrişan were, divê fraksiyonên Kurd ên di nava parlamena Iraqê de bibin yek.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.