• KNK: Di pîrozbahiyên Newrozê de, di rewşa pandemiyê de derketina bi milyonan mirovî, di destpêka sala nû de bû serketina duyemîn. Ev dide nîşan ku yek rê li pêşiya me heye; ew jî xurtkirina hêzên berxwedêr e û xurtkirina berxwedanê ye.

KNK’ê encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK’ê eşkere kir. Di encamnameyê de rewşa giştî ya Kurdistanê, Şengal û tehlûkeyên li ser destketiyên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Civîna Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 11’ê Nîsana 2021’ê bi awayekî online pêk hat. Tê de bûyerên siyasî, rewşa Kurdistanê û Cîhanê bi berfirehî hate nirxandin. Yek ji xalên girîng ên rojeva civînê hilbijartina endaman û nûkirina dezgehên KNK’ê bû. Di encamnameyê de hat gotin; “Civîn li ser wê xalê jî rawestiya û gava nûkirinê da destpêkirin. li gorî rewşa pandemiyê, ev kar wê bê meşandin. Peyre jî karên dema pêş hatin plankirin.”

Ji bilî meseleya diyarkirina delegeyên ji bo Civata Giştî û minaqeşeya nûkirina organên KNK'ê, di encamnameya civîna Konseya

Rêveber a KNK'ê ev xisûsên li jêr derketin pêş:

- Li ser Bakurê Kurdistanê:
"Li hember êrişên dewleta Tirk, berxwedana gel û xebatkarên şoreşê, li her cih û deverê berdewam e. Berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Têkbirina operasyona berfireh ya artêşa Tirk û serketina Garê, di şoreşa Kurdistanê de bû hemleyeke mezin. Di pîrozbahiyên Newrozê de, di rewşa pandemiyê de derketina bi milyonan mirovî, di destpêka sala nû de bû serketina duyemîn. Ev dide nîşan ku yek rê li pêşiya me heye; ew jî xurtkirina hêzên berxwedêr e û xurtkirina berxwedanê ye."

Divê encamên Konferansa Rojhilat bi cih bêm

- Li ser Rojhilatê Kurdistanê:
"Li Rojhilatê Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan, sêdaredana girtiyên siyasî, zext û êrişên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewam in. Dewleta Îranê hêzên xwe yên leşkerî li bajare Kurdistanê bi cih kirine. Carinan jî li hemberî hêzên Kurdî operasyon û êrişan dike...

Di civînê de, peymanên dewleta Îranê yên li gel Çîn û Rûsya jî hatin nirxandin. Her wiha li ser encamên Konferansa Rojhilat a ku di Sibatê de hat çêkirin, hate rawestan û konferans bi awayekî serketî hate dîtin. Ji bo biryarên Konferansê bêne cîbicîkirin, komîteyek hate erkdarkirin."

-Li ser Rojavayê Kurdistanê:
"Peywendiyên Rêveberiya Xweser yên Navneteweyî, niha ji sala derbasbûyî baştir in. Lê li gel gelek peywendiyên navneteweyî jî, heta niha di asta Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên din ên navneteweyî û dewletên mezin de, destketên gelê me yên li Rojava nehatine fermîkirin. Divê di hemî waran de Rêveberiya Xweser bê xurtkirin, di heman demê de divê dîplomasiyeke xurt jî bê meşandin û statûya herêmê bê fermîkirin."

Konferans li ser rewşa Şengalê

- Li ser Şengalê:
"Pirsgirêka Şengalê jî her diçe kûrtir dibe. Bê ku ji xelkê Şengalê bipirsin, li ser mesela Şengalê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Divê Şengal, rewşa xelkê Şengalê û pirsgirêkên Şengalê, bi awayekî taybet bêne nirxandin û çareserî ji wan re bê dîtin. Divê îradeya xelkê Şengalê, esas bê girtin. Di civînê de, biryar hate dayîn ku di demeke nêzîk de li ser rewşa Şengalê konferansek online bê çêkirin.

- Li ser Kurdên Feylî:
"Beriya niha bi 41 salan, qetlîam, jenosîd, talankirin û koçberkirina Kurdên Feylî, ji teref rejîma Bees ve, birîneke mezin li laşê gelê me de vekir. Ew birîn heta niha jî, nehatiye dermankirin. Biryar hate standin li ser rewşa Kurdên Feylî, di demeke nêzîk de konferansek online bê çêkirin.

- Li ser zextên li dijî rojnamevanan
"Li başûrê Kurdistanê, di van demên dawî de li ser rojnemevan, rewşenbîr, muxalif û kesên mafê mirovan diparêzin, zext zêde bûne. Hinek girtî ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne. Em di vî warî de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin da ku vê rewşa xeter ji holê rake, mirovên ji bo siyasetê û li ser nihêrînên xwe hatine girtin, demildest werin azadkirin." NAVENDA NÛÇEYAN