"Tenê yek pela kaxezî û dinyayeke tenê yek reng" ev e danasîna kurt a hunerê birrîn û qutkirina kaxezan a hunermenda Japonî Masayo Fukuda. Ew bi van gotinên li jor, hunerê xwe terîf dike. Bi hunerê wê yê li ser kaxezeke yekrengî, mirov dibîne, çawa ruh bi dinyayekê ve tê: Axtepotek, masiyek, teyrek, rûyek, cewrikekî navmalan û gelek tiştên din.
Masayo Fukuda ji bo xwe dibêje, "Ji zaroktiya xwe ve ez hez jê dikim ku xêz bikim û destên xwe bi kar bînim." Wê karê xwe bi kopîkirina magnaya li ber dilê wê herî şîrîn, daye destpêkirin.
Di lîseyê de weke lîstikeke dest bi birrîna kaxezan kiriye. Pistre kaxezên ku weke kulîlkan yan jî tiştên din wê birrîne, kêfa maliyên wê û hevalên wê anîne. Ji hingê ve yanî ev 30 sal in ew vî karî dike. Nêíyeta wê ye ku hunerê xwe bi pêştir ve bibe: çêkirina formên 3 dîmenziyonî bi birrîn û qutkirina kaxezê.
TOKYO