BÊRÎTAN ZINAR / NÛJINHA / REQA
Necwa Ebûzer ku bi eslê xwe ji Reqayê ye yekem car di 1991’an de li stadyûma Beledî ya Reqayê dest bi perwerdeya kareteyê dike. Ji xwişk, keç mam û xaltikên xwe tîmek biçûk a jinan ava dikin. Necwa Ebûzer a ji ber nebûna jinan di pêşbirkan de tê pêşberî xortan. Dibêje ku serkeftina wê ya li hemberî xortan hê bêtir bûye sedem ku baweriya wê bi xwe bê. Di kareteyê de heyanî pîleya 12’an bilind dibe û li Şam, Humis û li ser asta hemû Sûriyeyê beşdarî pêşbirkên mezintir dibe. Bi demê re êdî tîmekê xweser a bi temamî ji jinan pêk tê ava dike. Ji ber qalibên civakî yên di pergala baviksalar jê re astengiyan derdixin. Necwa Ebûzer a dibêje “Ez xemgîn û hêrsbûm, min dixwest ez di karetê de bibim pispor. Beşdarî şampiyonan bibim û derkevim ji derve jî”. Bi zexta bav neçar tê hiştin ku dev ji werzîşa kareteyê berde. Sala 2000’î bi giştî neçar tê hiştin ku dest ji werzîşê berde. Necwa Ebûzer di sala 2002’an de dizewice û mala xwe dibe gundekî Eyn Îsayê.
Li Meleba Reş cardin veger
Çar sal berê dewleta tirk êrîşî gundê Necwa dike û car din neçar dibe ku koç bike. Necwa Ebûzer carek din berê xwe dide Reqayê. Dema tê Reqayê cardin biryar dide ku dest bi xebatên verzîşê bike û wiha bahsa çîroka xwe û Meleba Reş dike: “Ez di warê karetê de bihêz bûm. Kemera min a reş jî heye. Dema ez çûm stadyuma Beledî, min şoq derbas kir. Bajar û stadyum wêran bû. Ez nîv seatê li stadyumê rawestiyam. Bîranînên min hatin bîra min. Ew stadyum warê werzîş û werzîşvanan bû. Hemû pêdivî hebûn. Lê wê demê tevî bajar her tişt xirab bûbû. Ez ji wê rewşê ku DAIŞ’ê bajar wêran kiribû gelek bandor bûm. Bi taybet jî dema min dît ku stadyuma me veguherîbûn girtîgehê.”
Ji mamostetiye heta hevserokatiyê
Necwa li beramberî vê rewşê her çiqas xemgîn jî dibe, lê zend û bendan ba dide û ji bo Meleba Reş vegere ser rolê xweyî esasî berpirsyartî radike. Di Meleba Reş de dibe mamostê verzişê û 200 kesî perwerde dike. Dûre erka Hevserokatiya Yekîtiya Werzişê li Reqa verdigre. Necwa piştî dibe hevserok, herî zêde bi pêşxistina werzîşvanên jin re mijûl dibe. Niha di beşên têkwando, karate, futbol, biskilêt û hwd. de jin tên perwerdekirin û di hemu beşên werzişê de tîmên jinan hene.
Meleba Reş jinûve tê avakirin
Di jiyana Necwa de Meleba Reş cihek xwe ya taybet heye. Tekoşîn, serkeftin û guhartinên kesayet di vî mekanî de bi serdixe û bi van peywan behsa girîngiya Meleba Reş di jiyana xwe de dike:“Ez li vir mezin û fêrbûm, kesayeta min li vir ava bû û min xwe li vir naskir. Ev 4-5 sal in ji ber xirabûna dijwar hîn jî neqediyaye. Em jî di wê baweriyê de ne ku çawa jiyana min hat guhertin, wê stadyuma me jî ji berê baştir bibe. Ez ji vê stadyumê derçûm û îro jî nifşekî nû perwerde dikim. Ez gelek serbilind im ku îro zarok û ciwanên bajarê xwe heman werzişa ku ez bi eşqeke mezin fêrbûm, perwerde dikim.” Necwa Ebûzer ji bo jinên ciwan jî herî dawî vê peyamê dide:“Xwe mehkûmî hişmendiya kevneşop a civakê nekin. Divê em têkoşîn bikin, bixwînin, fêr û perwerde bibin. Werziş jiyan e û divê em bi kesayet, hişmendî û xwe ava bikin da ku armanca xwe bi cih bînin.”