• Şengalî ji bo îradeya xwe û parastina xweseriya xwe li ber artêşa Iraqê bûn bend. Li gundê Gir Zerikê wan artêşa Iraqê sekinand. Gotinên Dayê Şemê jî bûn sembola vê berxwedanê: Yek ji we nikare bikeve Şengalê.

Şengaliyan pêşiya artêşa Iraqê girt û nehişt ew bikeve gundê Gir Zerikê. Şengaliyan çalakiya rûniştinê li ser rê li pêşiya Artêşa Iraqê kir. Dayê Şemê ya ku li pêşiya eskeran bû bend, weke sembolekê di vê berxwedanê de jî cihê xwe girt. Saziyên siyasî yên Kurdistanî yên weke PYD û TEV-DEM'ê, û HDP'ê jî daxuyanî dan û ji Iraqê xwestin rêzê ji îradeya Şengaliyan re bigire, xweseriya wan nas bike û bi erka xwe ya exlaqî rabe.

Artêşa Iraqê pêr bi şev di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ku li ser Şengalê hatiye îmzekirin, hêzek leşkerî li derdora gundê Gir Zerik ê girêdayî Til Êzer bi cih kir. Fremandar û leşkerên artêşa Iraqê di nav van leşkeran de cih digirin. Xelkê Şengalê li ber bicihkirina artêşê rabû û destûr neda leşker bikevin gund. 
Artêşa Iraqê pêr danê êvarê xwest bikeve gundê Gir Zerikê yê li başûr-rojavayê Şengalê. Li ser vê hewldanê, xelkê gund derket ser rêya artêşa Iraqê û nehişt bikeve gund. Welatiyan ji rayedarên artêşê re got, li herêmê jixwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzeke din nîne.

Welatiyên ku pirraniya wan jin bûn, rê li çûnûhatinê girtin û çalakiya rûniştinê kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Şengalê” hat gotin. Xelkê ji gundên derdorê jî bi armanca piştgiriyê, çûn Gir Zerikê. Di dawiyê de vê berxwedanê kir ku artêşa Iraqê ji deverê vekişe. Lê hêzên Iraqê doh careke din hatin ser rê û berxwedana Şengaliyan jî dewam kir.

Sembola berxwedanê Dayê Şemê

Şengalî nahêlin ku leşkerên di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin li ser sînor hatine bicihkirin bi pêş ve biçin. Dayê Şemê ya li dijî leşkerên Iraqê bû remza berxwedanê. Wê ji leşkerên Iraqî re got, “Yek ji we nikare bikeve Şengalê.” 

Di navbera leşkerên Iraqî û Şengaliyan de carinan rageşî çêdibe. Şengalî dibêjin, ew ê nehêlkin ku hêzeke ew li dijî DAIŞ’ê neparastiye, axa wan dagir bike. Ew dixwazin artêşa Iraqê vekişe. 

Artêşa Iraqê bi xwe dixwaze bikeve xeta ji gundê Siba heta Koço. Ev dever jî di kontroila Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de ne. Li ser vê hewldanê Nûnerên Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, hêzên YBŞ’ê û Asayîşa Şengalê bi xelkê re ketin tevgerê û ragihandin, heger artêş bi pêş ve biçe, ew ê dest werdin rewşê. 

Her çiqas di navbera fermandarên artêşa Iraqê û fermandarên YBŞ’ê û nûnerên Meclîsa Şengalê de ji bo çareserkirina kêşeyê hevdîtin hatin kirin jî lê xelkê Şengalê destnîşan dike ku ew ê bi ti awayî destûrê nedin artêş derbasî nav axa wan bibe. 

Dayê Şemê ya ku li dijî hewldana artêşa Iraqê bû remza berxwedanê, li gelek cihan bi tena serê xwe leşkerên Iraqê asteng kirin. Dayê Şemê li pêsiya leşkerên Iraqê bûye bend, û ew bi Erebî li dijî leşkeran dengê xwe bilind dike: “Yek ji we nikare bikeve Şengalê.” 

HDP: Bi diyalogê hal bikin

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy li ser hewldana artêşa Iraqê ya ji bo destwerdana leşkerî ya li gundê Gir Zerik ê Şengalê daxuyaniyek da û got, "Bi navê HDP'ê em piştgiriyê didin mafê ewlehiyê yê civaka Êzîdî ya li Şengalê ku xwe bi xwe biparêzin. Li şûna liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê, em bang dikin ku bi rêya diyalog û danûstandinan pirsgirêk bên çareserkirin."

Li ser mijarê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî daxuyaniyek da. TEV-DEM'ê bang li hikûmeta Iraqê kir da ku erkên xwe yên exlaqî li hemberî dozên civaka Êzîdî ya li Şengalê bîne cih û destekê bide projeya demokratîk ku ji bo çareseriyê nimûne ye.

Meclîsa Giştî ya PYD'ê jî bang li hikûmeta Bexdayê kir da ku li pey pîlanên hêzên herêmî neçe û Şengalê neke hedef: "Em Meclisa Giştî ya PYD'ê siyasetên ku hewl didin gelê me li Şengalê têk bibin, red dikin. Em teqez dikin ku em ê bi derfetên xwe yên heyî û rewşa bi gelê xwe li Şengalê re bisekinin û destekê bidin wan."

 

Bijî Berxwedana Şengalê

Li dijî hewldana dagirkirina gundê Gir Zerikê, Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek daq çapemeniyê û hewldana artêşa Iraqê şermezar kir. Wê bang li Hikûmeta Iraqê kir da ku vîna gelê Şengalê nas bike.

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna dehan şêniyên wargehê hat dayîn. Endama Koorgînasyona Meclîsa Îştar, Xûrbet Îşlek daxuyanî xwend.

Wê got, "Em weke xelkê Mexmûrê, tavahiya êrişên li dijî gelê Êzîdî û xaka piroz Êzîdxanê şermezar dikin. Ji bo careke din ferman li ser Şengalê neyê kirin, em bang li Hikûmeta Iraqê dikin, xweserî û vîna gelê Şengalê û hêzên parastina Şengalê nas bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Bimre xiyanet', 'Bijî Berxwedana Şengalê' û 'Bê Serok Jiyan Nabe' bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN