Namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê ya ji Partiya Çep a Kesk, Psîkolog Bêrîtan Guneş got, li Meclisê ew ê li dijî cihêkariyê têbikoşe.
Bêrîtan Guneş li Qoserê hatiye dinê, belê bi eslê xwe ji Stewrê ye. Wê li Amed, Mêrdîn û Enqerê xwendiye. Bêrîtan Guneş niha 28 salî ye û li gelek saziyên civakî bi rengekî çalak kar dike. Ew di heman demê de yek ji namzetên herî ciwan ên wekîltiyê ye.
Bêrîtan Guneş got, “Ez ê li dijî her awayê cihêkariyê nexasim jî ya beramberî etnîsîte û cins a li meclisê, weke jineke Kurd a ciwan bi rengekî çalak têbikoşim."
Divê ji bo mexdûran siyasetbê afirandin
Bêrîtan Guneş elaqedarî mexdûrên erdhejên 6´ê Sibatê jî got, "Mêrdîn hem nêzî herêma erdhejê ye, hem jî bi zemîna xwe ya masîf dûrî xeta bandora hilweşîner e. Ji erdhejê û vir ve li gorî daneyên fermî 30 hezar, li gorî texmînên me jî 45 hezar kesî koçî Mêrdînê kir. Ji yên ku bi demkî hatin, beşek jê vegeriyabin jî hîna li bajêr qederê 25-30 hezar mexdûrên erdhejê hene. Heta ku ew li vî bajarî bimînin, divê em ji bo hêsankirina jiyana wan polîtîkayê biafirînin."
Trawma polîtîk e
Bêrîtan Guneş di heman demê de endama Înîsiyatîfa Psîkologan a Mezopotamyayê (DER-MEZ) ye û wê elaqedarî xebatên xwe yên ji bo mexdûrên erdhejê got, “Roja ku erdhej pêk hat, li ser navê DER-MEZ'ê me bang kir. Li gorî etnîsîteya li qadê me hewl da ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî yekîneyên piştgiriya psîkososyal ava bikin. Ji bo mirov bi zimanê xwe yê dayikê derman bibe, divê derfet jê re bên çêkirin."
Guneş bi taybetî bal bire ser aliyê civakî û dîrokî ya trawmaya li nava Kurdan û got, peywendiya trawmayê bi nasnameya polîtîk re heye: "Psîkolog diyar dikin ku bêyî cudahiya ol, ziman, nijad wê bi rengekî wekhev nêzî her kesî bibe, diyaloga kesên bi wan re axivîne teqez parve neke. Trawmayeke Kurdan jî heye. Peywendiya trawmayê bi nasnameyê heye, nasname veguheriye trawmayê. Trawma polîtîk e."
MÊRDÎN