YE li Tirkî ferz nake

Sêşem 22 Îlon 2020 - 15:58

  • Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ew ne li bendê ne di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewrûpayê de hinek kirin li Tirkiyeyê bêne ferzkirin. 

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ew ne li bendê ne di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewrûpayê de hinek kirin li Tirkiyeyê bêne ferzkirin.
Ozsoy di çarçoveya pirsgirêka navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de helwesta dewletên Yekîtiya Ewrûpayê şirove kir û got: Meseleya Qibrisê ya ku piştî salên 1960'î girîng bû, piştî sala 1974'an bêçareserî hate hiştin. Di dema nêz de piştî ku li başûrê Qibrisê hîdrokarbon hate dîtin, tengazarî zêde bû. Van çavkaniyên enerjiyê yên nû pirsgirêkên berê, problemên berê ji nû ve derxiste ser rûyê erdê. Tirkiye bi taybetî dixwaze ji enerjiya li başûrê Qibrisê sûdê werbigire. Lê belê dike nake nikare li dora maseyê rûnê. Di vê mijarê de Misir, Îsraîl, Yewnanistan û Qibris bi Tirkiyeyê re ne li hev in. Ew bi rengekî hevkar tevdigerin. Tirkiye bi milîtarîzekirina rewşê, bi bilindkirina tansiyonê hewl dide bi zorê li dora maseyê rûnê."

DYE Û Elmanya asteng in

Ozsoy bal kişand ser Civîna Bilind a Lîderên Yekîtiya Ewrûpayê ku wê di 24-25'ê Îlonê de pêk were û destnîşan kir ku ev civîn wê bibe zemînek ku Tirkiye û Yewnanistanê heta radeyekê li hev bikin. Ozsoy got; “Yekîtiya Ewrûpayê bêyî ku pêwîstiyê bi pêkanînan bibîne wê bixwaze meseleyê çareser. Yekîtiya Ewrûpayê di civîna bilind de pêkanînan li Tirkiyeyê ferz neke. Ji ber ku bingeha danûstandinan a navbera Tirkiye û Yewnanistanê ji aliyê Elmanya û Emerîkayê ve hatiye danîn."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.