Yê herî baş ê Elmanyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 04:16

ERKAN GULBAHÇE

 

Konseya Muzîkê ya Elman ji sala 1964’an ve her sal bi navê Jugend musiziert (ciwan muzîkê dikin) pêşbirkekê dike. Ji ber pandemiyê, îsal pêşbirk online hat kirin. Di pêşbirka îsal de ciwanê Kurd Mahmut Kizmaz bi tembûrê beşdarî pêşbirkê bû û bû yekemîn. 

Ji bo teşwîqkirina ciwanên elaqedarî muzîkê yên li Elmanyayê, ev organîzasyon tê kirin. Li gorî temen û înstrumanan kategorî tên diyarkirin. Êdî înstrumanên miletên din jî di pêşbirkê de cih digirin.

Di 58´emîna pêşbirkê de 2 hezar û 250 beşdar bi hezar û 730 vîdeoyan beşdar bûn. Juriya ji 140 kesan ev vîdeo nirxandin. Di pêşbirkê de di kategoriyên cihê de 437 kes bûn yekemîn. 

Ji 7 salî ve li tembûrê dixe

Mahmut Kizmaz ê 17 salî, li Elmanyayê hatiye dinê û ji 7 saliya xwe ve li tembûrê dixe. Ew ji bajarê Saarlouisê tevlî pêşbirkê bû. Malbata Kizmaz, ji navçeya Mêrdînê Nisêbînê ye. Ji bo yekemîniya xwe dibêje, "Xewna min bû ez bibim yekemîn, ji bo vê ez gelekî xebitîm. Mahmut Kizmaz ji bavê xwe hînî lêxistina tembûrê bûye, lê wî xwe bi pêş jî xistiye: "Van her çar salên dawiyê mamosteyê tembûrê Hasan Huseyin Talaz dersan dide min. Keda malbata min û mamosteyê tembûrê di yekemîniya min de pirr e, ez malavahiya wan dikim."

Ew dixwaze xwe bêhtir bi pêş bixe û Hozan Serhad û Ahmed Aslan jî di muzikjeniyê de ji xwe re kirine mînak. 

Her tişta wî muzîk e

Rola malbatê gelek e di eşqa wî ya ji bo muzîkê de. Nexasim bavê wî timî stran gotine û li tembûrê daye. Vê kiriye ku ew biryarê bide muzîkê bike. Ew dibêje, "Piştî ku min xwe nas kir, ez hîn bûm ku tembûr a çanda me ye. Wexta ez piçûk  bûm, min timî li dawetan, çalakiyan û gava li derve dimeşiyam li muzîkê guhdarî dikir."

Bavê Mahmut, Ridwan Kizmaz jî dibêje, eşqa muzîkê ya kurê wî ji malbatê ye û ji bo berterefkirina tehlûkeyên weke lîstik, înternet û televizyonê jî, ew dibêje, "Rêya herî baş ew ku mirov berê zarokan bide perwerdeyên spor û muzîkê.“

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.