• “Em dûbara dibêjin, meseleya Şengalê ne leşkerî ye, lê belê siyasî ye. Ev hewildanên Kazimî û hikûmeta wî rê lê pêşiya dagirkirina xaka Iraqê vedikin, pêwîst e gelên me yê Iraqî bi vê zanibin û xwedî helwêst bin.”

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku ji bo çaresekirina pirsgirêka li Şengalê diyalog û demokrasî ji bo wan esas e: “Ev hewildanên Kazimî û hikûmeta wî, rê li ber dagirkirina xaka Iraqê vedikin. Pêwîst e gelên me yê Iraqî tev bizanin û xwedî helwêst bin. Emê li hemberî her cûre êriş, parastina rewa esas bigirin.”

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê ya têkildarî êrişên hikûmeta Kazimî yên li dijî Şengalê de wekî din hat gotin, “Ev demek bû ku hikûmeta Kazimî dixwest bi helwêsteke ku xizmeta Irakê neke, êrişî me û gelê me bike. Lê belê her carê bi xwînsariyeke mezin, me rê neda ku rewşeke cuda rû bide û em bi hesasiyeteke mezin nêz dibûn.”

YBŞ´ê da zanîn ku 17’ê Nîsanê alayên hikûmeta Kazimî êrişî noqteyeke asayîşa Êzîdxanê kiriye û ji bo pirsgirêk mezin nebe, “me hewildaneke mezin da û me xwest em çareser bikin, lê mixabin di heman şevê de êriş birin ser cihên me û xwestin bi vê êrişa xwe, destketiyên me, hêzên me, gelê me û tevahiya nirxên me bin pê bikin û tesfiye bikin.”

Fermana dewleta Tirk bi cih tîne

YBŞ´ê got, wan ev êriş bi berxwedana hêzên xwe û civaka Êzîdî şikandine. 

Ji bo êrişên ji beriya 3 rojan ve jî ew dibêje, “Ev êrişênê hikûmeta Kazimî bi fermana dewleta Tirk a dagirker û bi sorkirina PDK´ê bi destê Serokê Operasyonên Nînovayê pêk aniye. Yanî hikûmeta Kazimî van fermanan yekser ji dewleta Tirk a qirker û dagirker û xiyanetkarên weke PDK´ê digire û xwestekên wan pêk tîne.”

YBŞ´ê li ser vê helwêsta Kazimî jî got, “Em dûbara dibêjin, meseleya Şengalê ne leşkerî ye, lê belê siyasî ye. Ev hewildanên Kazimî û hikûmeta wî rê lê pêşiya dagirkirina xaka Iraqê vedikin, pêwîst e gelên me yê Iraqî bi vê zanibin û xwedî helwêst bin.”

'Hevrêyekî me şehîd bû'

Li ser encamên êrişa dawî û şerê du rojan jî YBŞ´ê got, “Di encama vî şerî de ji her du aliyan mirov mirin. Hevrêyekî me şehîd bû û disê jî birîndar bûn. Yek ji birîdaran jî sivîl bû.

Em dîsa jî didin diyarkirin ku ji bo me esas e ku pirsgirêkan bi rêbazê diyalog û demokratîk bên çareserkirin. Em ne li dijî artêşa Iraqê ne, lê em li dijî siyaseta tinekirin û bikaranîna artêşê ji bo berjewendiyên hin aliyên derve û hundir in. Em ê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigirin û di oxira parastina destketiyên gelê xwe de çi pêwîst be, bikin, em gavê bi paş ve neavêjin.”

NAVENDA NÛÇEYAN