- MXDŞ: Asayîşa Êzîdxanê wekî hêza ewlehiya hundir a Şengalê, girêdayî meclîsa gel dê hebûna xwe biparêze. Ji bo mezinkirina YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê em ê wekî meclîsa gel xebatên xwe xurttir bikin.
Li Şenaglê Kongreya 4´an a MXDŞ´ê bû kongreyeke dîrokî. Hem cara yekê tevahiya pêkhateyên Şengalê di kongreyê de cihê xwe girtin û hem jî bi encamnameya xwe peyameke xurt a doza statuya xweser a Şengalê da Iraqê. Di encamnameyê de bang li Iraqê û hêzên navneteweyî hat kirin da ku xweseriya Şengalê nas bikin. MXDŞ jî, ji bo naskirina qanûnî ya statuya Şengalê amadekariyan wê bike. Hewldanên jiholêrakirina hêza Asayîşa Êzîdxanê hatin redkirin û biryar hat dayîn ku ji bo mezinkirina Asayîşê, YBŞ/YJŞ’ê xebat were zêdekirin.
Kongre 23 û 24´ê Tîrmehêbi beşdariya 250 delegeyan pêk hat. Kongreyê encamnameya xwe eşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin, "Di salvegera fermanê de û di nav dorpêçkirin û gefên êrişê de kombûna îradeya civaka Êzîdî, bersiveke dîrokî ye." Xalên sereke yên di encamnameyê de bin:
Xweserî mafê Êzîdiyan e
- Di kongreyê de civaka Êzîdî ev peyam bi awayek xurt, zelal û jêbawer da dewleta Iraqê û hemû cîhanê ku Xweserî mafê Êzîdiyan e, Êzîdî doza mafê xwe yê rewa dikin û ji îro pê ve çi dibe bila bibe em dê rêveberiya xwe teslîmî ti kesî nekin. Li ser vî esasî em bang li dewleta Iraqê, cîhanê dikin da ku Xweseriya Şengalê qebûl bikin. Iraq divê zanibe Xweseriya Şengalê ti zirarê li Iraqê neke, berevajî vê jiyana hevpar a gelan misoger dike û ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê jî modelekê pêşkeş dike. Wekî MXDŞ´ê ji bo statuya Şengalê di çarçoveya destûr û qanûnan de pêk bê, em ê amadekariyên pêwîst bikin.
Peymana Hewlêr û Bexdayê red dike
- Kongre bang li raya giştî û hêzên navneteweyî dike ku îradeya Şengalê nas bike, dest ji ferzkirina peymanên civaka Êzîdî temsîl nakin, berdin. Kongreya me Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an wekî fermaneke nû ya di bin navê qanûnê de bi nav dike û car din radigihîne, ´çareseriya ku îradeya Êzîdiyan nas nake, em jî nas nakin.´
Asayîşa Êzîdxanê wê bimîne
- Di kongreyê de wekî biryar û helwêsta civaka Êzîdî hate ragihandin ku hewldana dewleta Iraqê ya ku dixwaze Asayîşa Êzîdxane belav bike, bi ti şêwazî nayê qebûlkirin. Asayîşa Êzîdxanê wekî hêza ewlehiya hundir a Şengalê, girêdayî meclîsa gel dê hebûna xwe biparêze. Ji bo mezinkirina YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê em ê wekî meclîsa gel xebatên xwe xurttir bikin.
Penaberan êdî dîl negirin
- Niha bi sedhezaran Êzîdî li kampên di bin kontrola PDK’ê de tên girtin. Gelê me yê li kampan esas dîl hatiye girtin. Em dibêjin, ji dîlgirtina Êzîdiyan re êdî bes e. Em bi wesîleya kongreyê bang li gelê xwe dikin da ku êdî vegerin ser axa pîroz. Civaka Êzîdî ne bi çûyîna Ewrûpayê, tenê bi vegera Şengalê dikare azad bibe.
Temsîla her aliyî
- Ev kongreya me di heman demê de kongreya berfirehbûn û xwe ji nû ve birêxistinkirinê ye. Li ser vî esasî em bang li Êzîdiyan dikin da ku di bin banê MXDŞ´ê de kom bibin û tevlî têkoşîna azadkirina Êzîdxanê bibin. Ji bo rêveberiya Xweser a Şengalê temsîla gelên Şengalê bike em ê jî pêngaveke rêxistinkirina gel bidin destpêkirin. Me hejmara endamên meclîsê zêde kir û 111 kes wekî endamên nû hatin hilbijartin. Nûnerên gelên Ereb, Şîa û Mesîhî jî beşdarî meclîsê bûn. Bi vî rengî Kongreya MXDŞ´ê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê dibe modeleke xurt.
- Ji bo ferman weke qirkirin bê qebûl kirin em ê di qada navneteweyî de kampanyayeke berfireh û pêngaveke dîplomatîk bidin destpêkirin.
- Bi giştî, rêveberiyeke nû ya bi daxwaz û îddîa dest bi pêvajoya nû kir. Em bawer dikin bi hêzdayîna gelê me em ê hemû kêmasiyên xwe li pey xwe bihêlin û azadî û xweseriya Şengalê misoger bikin.”
ROJNEWS/ŞENGAL