’YBŞ besî me ye'

Pêncşem 27 Çile 2022 - 22:39

  • Serokeşîrê Feqîran Nayîf Şemo Xwedêda Hemo li ser zêdekirina leşkerên artêşa Iraqê ya li Şengalê helwest nîşan da û got, "Hêzeke me ya leşkerî heye.

NÛJIYAN BÊRÎVAN  / ANF/ŞENGAL 

Serokeşîrê Feqîran Nayîf Şemo Xwedêda Hemo li ser zêdekirina leşkerên artêşa Iraqê ya li Şengalê helwest nîşan da û got, "Hêzeke me ya leşkerî heye. Em ne hewce ne hêzeke artêşa Iraqê li derdorê me bê bicîhkirin. Me şer jî, şehadet jî daye ber çavan."

Di rojên derbasbûyî de bi çarçoveya plansaziyeke yeknavendî, bi hinceta pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê  ku ji milê Hewler-Bexda ve hatiye îmze kirin zext, gef û dorpêçkirina li ser Şengalê berdewam dike. Herî dawî beriya çend rojan hikûmeta Kazimî bi fermanekê bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê di nav kolan û gundên Şengalê de hatin bicih kirin.

Li ser van bûyeran nerazîbûna serokeşîrên li Şengalê jî zêde dibe. Serokeşîrê Feqîran Nayîf Şemo Xwedêda Hemo re axivî û bal kişand ser taloke û gefên li ser civaka Êzîdî. 

Nayîf Şemo di demên dawî de anîna hêjmarek pir zêde yên artêşa Iraqê ya li nav Şengalê rexne kir û xwest hêzên artêşê derkevin derveyî gund û bajaran û wiha pê de çû: “Hêzeke me ya leşkerî heye. Em ne muhtac in hêzekî artêşa Iraqê li derdorê me bê bicihirin.

Nîvê artêşa Iraqê anîne Şengalê. Em pê ne razî ne. Hêza me ya YBŞ'ê heye. Em jê razî ne. Tenzîq jî heye.”

’Ka şerefa Iraqê, ka kerameta Iraqê?’

Ji bo mijarên wek sedema êrişan bi hincetên hebûna PKK'ê di nav Şengalê de jî Nayîf Şemo got: “Qesta Tirkiyê ya ku dibêje PKK ye,  şervanên me bi xwe ne. Dibêjin hevalên PKK'ê ne. Hêzekî Êzîdiyan e. ew jî bi Bexdayê re girêdayî ye. Em hikûmeta Iraqê gunehbar dikin û şirîk dibînin, wek şirîkê Erdogan. Em dipirsin, ka şerefa Iraqê, ka kerameta Iraqê. Serokwezîrê Iraqê tê Şengalê, heman roj li me didin û ciwanên me şehîd dixin. Seîd Hesen û hevalên wî şehîd dixin. Nerazîbûnek ji serokwezîr derneket. Pêwîst bû nerazîbûn dabana, dewleta Tirk hişyar kirîbana. Hûkemeta me ye, em welatiyê Iraqê ne, ew jî serokkomarê Iraqê ye. Em ji wî vê dixwazin bike. Lê me tiştek nedît kirîbe.”

’Xelkê me ne xelkê berê ye’

Nayîf Şemo bal kişande ser propagandaya reşkirin û çewisandina civaka Êzîdî li ser medya dijîtal û xwest civaka Êzîdî li hemberî van lîstikan bi hişyar û zanyar tevbigere û nekeve xefikên xapandinê yên bi armanca vîna civakê bê şikandin têne meşandin. Şemo got, “Xelkê me ne xelkê berê ye ku 2014’an hate xapandin. Êzidî ne civaka berê razayî û rû bi rû hemû cûre zilmê hatîne.” 

Şemo her wiha bal kişand ser helwesta ji bo parastina Şengalê hatine dayîn û got, “Tu li çiyayê Şengalê bigerî 3-4 cihên şehîd veşartî hebûn. Niha bigerî her gavekê de şehîdek me çêbûye, yan dewleta Tirk şehîd xistiye, yan DAIŞ. Ti ferq di navbera wan şehîdan de nîne.”

Bang li Êzîdiyên li kampan jî kir

Nayîf Şemo di berdewamiya nêrînên xwede bang li Êzîdiyên li kampan jî kir û xwest hemû vegerin Şengalê û got wek mirov mirov carekê tê dinê, carekê dimire û binê wê xêz kir ku divê mirin hebe jî mirina bi şeref bê hilbijartin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.