Yawer: Tirkiyê Iraq dagir kiriye

Çarşem 1 Îlon 2021 - 04:43

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Hewlêrê Cebar Yawer da zanîn ku artêşa Tirk 45 kêlometroyan ketiye nav xaka Iraqê û ji ber êrişên Tirkiyeyê 450 gund vala bûne.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Dewleta Tirk rojane êrişî xelkê sivîl dike û dikeve nav xaka Başûrê Kurdistanê.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Hewlêrê Cebar Yawer, li Bexdayê tevlî panelekê bû. Cebar Yawer di panelê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê kir.

Cebar Yawer got; “Artêşa Tirk bi dirêjahiya 100 kêlometriyan û kûrahiya 45 kêlometroyan ketiye nav xaka Iraqê. Niha li herêmên ser sînor, şerekî dijwar heye û ji ber êrişan 450 gund vala bûne.”

Cebar Yawer wekî din got, "Balafirên dewleta Tirk herêma Pênciwênê ya ku 300 kîlometroyan ji sînorê Tirkiyeyê dûr e bombebaran kir, gelo ev serweriya Iraqê ye?" Wî bi vî rengî rexne li hikûmeta Kazimî girt, a ku dengê xwe ji êrişên dewleta Tirk re dernaxe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.