Yadê li min helal ke!

Çarşem 13 Kanûn 2023 - 15:51

  • Yadê Ayşê: Em Kurd in, serfiraz in. Me serê xwe li ber kesî netewand. Ji bo çi kesên ku sivîlan qetil dikin, nayên dadgehkirin. Heger edalet pêk were, miameleya insanan bi Kurdan re bê kirin, tenê hingê aştî mumkin e.

YILMAZ KAYA / ŞIRNEX


Li navçeya Şirnexê Cizîrê, beriya bi 8 salan dewleta Tirk di dema berxwedana xweseriyê de 79 rojan êrişî berxwedana li navçeyê kiribû. Hingê wê 228 kes li Cizîrê qetil kirin. Di nava van de pitik, jin, zarok û kalûpîr jî hebûn. Ji van 177 kes di  jêrzemînan û malên nêzî wan de bi destê leşkerên Tirk hatin qetilkirin. Ji van jî 28 zarok bûn.

Bavê yekî ji şehîdên di jêrzemînan de Selîm Ozturk e. Selîm Ozturk dibêje, bi rojan dor jêrzemînan girtibûn û wiha peyivî: “Bûyer bi dawî bûbûn, lê qedexeyan qismî dewam dikir. Xwestin ez nimûneya ji bo testa DNA´yê bidim. Û encamê testê hatin, Mehmedê min tevî 6 hevalên wî şewitandibûn. Melê got, 7 kesan xwe li hev girtibû, hev du hembêz kiribû, cenazeyên wan wiha birine morgê, weke komek goşt û hestî; wî got, wî cenaze bi zor ji hev kirine. Me ew li kêleka hev spartin axê." 

 

Kula Star bi ser a Memet de hat

Selîm Ozturk bavê Star û Mehmet Ozturk e; cenazeyê Mehmet di jêrzemînê de şewitandî dan malbatê; birayê Mehmet Star jî xwestibû li jêrzemîneke li taxa Cûdî bisitire; dewleta Tirk cenazeyê wî jî kuştî da malbatê. Bavê wî Selîm Ozturk dibêje, “Hê kula Mehmed di ser dilê min de bû, min cenazeyê kurê xwe Star teşxîs kir. Çavên wî hîna vekirîbûn. ”

 

Hem Star û hem Mihemed qetil kirin

Dayika her du şehîdan, Zekiye Ozturk jî dibêje, kurê wê Star jê re gotiye, “Yadê em di binê avahiyê de ne, were me xilas bike. Ew wiha behsa axaftina xwe ya dawî ya bi kurê xwe re dike: “Got, ‘Yadê li min helal bike. Xwedê dizane, em ê êdî hev nebînin. Min haziriyên daweta kurê xwe dikirin, rabûn, cenazeyê wî dan me. Hem Star û hem jî Mehmed qetil kirin.”

 

Nesîm û 4 hevalên wî şewitandin

Ayşe Atabey dayika Nesîm Atabey e. Nesîm ê Cizîrî, gava şehîd bû 20 salî bû, li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Enqerê xwendekar bû. Nesîm ji bo bi hewara hevalên xwe ve biçe, dev ji zanîngehê û xwendinê berda û berê xwe da Cizîrê. Lê dewleta Tirk destûr nedayê. Ew jî çû Nisêbînê. Li Nisêbînê dewleta Tirk bi 4 hevalên wî re ew şewitand. Heta roja îro jî cenazeyê wî nehatiye dîtin.

Yadê Ayşe Atabey jî dibêje, ji televizyonê bihîstiye ku kurê wê li Nisêbînê şehîd bûye; lê heta îro tevî ku wê nimûneyên DNA´yê li Mêrdîn û Rihayê dane jî heta niha cenazeyê kurê wê nehatiye dîtin. Ew dîsa jî dibêje, “Em Kurd in, serfiraz in. Me serê xwe li ber kesî netewand. Ji bo çi kesên ku sivîlan qetil dikin, nayên dadgehkirin. Heger edalet pêk were, miameleya insanan bi Kurdan re bê kirin, tenê hingê aştî mumkin e.”

 

Xelîl çû çiyê

Birayê Nesîmî, Xelîl (Halil) ê 16 salî, piştî ku dibihîse birayê wî şehîd bûye, tev li nav refên gerîla dibe. Ew jî piştî birayê xwe bi salekê li Şirnexê şehîd dibe. Yadê Ayşe Atabey ev heft sal in bi kula şehîdbûna her du kurên xwe dijî. Ew dibêje, “Her şev gava dikevim nav cihan, illeh her du kurên min tên bîra min.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.