Ya zarokan e wê bibe ya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Tebax 2022 - 22:00

  • Gelek muzîk û meqamên cîhanê yên navdar hene ku di şoreşan de deng vedan û hatin naskirin. Bi rêya wê jî moral dide gel û dihêle ku li ser piyan bimîne. Tekez ev muzîk û stranên şoreşê mayînde ne.

EBÎR MUHEMED / JÎNHA/QAMIŞLO

Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan ji bo ku muzîka Kurdî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi rengekî akademîk bi pêş bikeve, bi rêya nifşên nû, xewn kirin rastî.

Desteya Çandê û Rêveberiya Xweser bi armanca bipêşxistina muzîkê li Rojavayê Kurdistanê, Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan ava kir da ku ji bo perwerdekirin û bipêşxistina jêhatîbûna nifşên nû, bixebite.

Hunermend û perwerdekar Mizgîn Tahir behsa armanca vekirina Orkêstra Rojava ya Zarokan û giringiya bipêşxistina nifşê nû ji bo siberojê kir: “Tîma orkêstra ji berê ve hebû, lê ji ber rewşa heyî, bipaşveçûyînek çêbûbû. Piştî ku ez vegeriyam Rojava, ev qederê 3 salan e, ez şagirtên Kurd ên dilxwaz perwerde dikim. Ev proje jî bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hate avakirin. Armanca wan a ew bû ku zarokan hinekî ji rewşa şer û pevçûnê dûr bixin û di heman wextê de jêhatîbûna zarokan û hunerên wan derxin pêş. Di vê pêvajoyê de derfeteke wiha pirr giring e, ji ber ku bingehê jiyanê zarok in. Zarok jî wekî tovekî ne ku dema tu lê xwedî derkevî berhemeke baş wê derxe holê. Bêguman heger tu bixwazî siberoja hûnerê gelê xwe diyar bikî, helbet divê tu li ser nivşê nû baldar bibî. Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan jî li ser vê bingehê hat vekirin û bipêşxistin.”

Akademiyek ji bo muzîka Kurdî

Mizgîn Tahir qala pergala perwerdekirina zarokan jî kir û got, “Di Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan de gelek amûrên cuda peyda dibin. Ji amûrên Rojhilata Navîn heta amûrên wekî; Violin, cello, tembûr, gîtar, bilûr û wekî din. Em wekî zimanekî nasyonal lê dinêrin. Ya giring ji bo me ew e ku em çanda xwe ya muzîkê bi pêş bixin. Rast e, em sûdê ji bipêşketina muzîkê ya cîhanî werbigirin, lê li kêleka wê em dixwazin li Kurdistanê û Rojhilata navîn jî muzîka Kurdî jî bi awayekî akademîk bi pêş bixin. Zarokên ku cihê xwe di peymangehê de digirin ji 8 salî heta 17 salî ne. Zarok li ser 3 astan tên perwerdekirin û piştî qedandina van astan jî em dev ji van zarokan bernadin û bi pêşketina wan re mijûl dibin da ku êdî bi demê re koma Orkêstra ya Kurdî ava bikin.

Me wekî mamosteyan komek ava kir û zarokên ku asta sêyemîn a asta bilind ên serkeftî derbas dikin jî tevlî mamosteyan dibin û dikevin nava komê. Jixwe, di bernameya Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan de dersên tewriya muzîkê, deng, amûr û zimanê Ingilîzî ku di qadên muzîkê û lêkolînan de pêwîst e jî tên dayîn û niha ji bo daxistina bernameya muzîkê jî hewl tê dayîn.”

Meydana Şoreşê ji muzîkê re

Mizgîn Tahir a di dewama axaftina xwe de da zanîn ku muzîk li gorî rewşê û pêvajoyê rengê xwe dide der û mayînde dibe: “Di her şoreşa li cîhanê de muzîkê jî xwe bi pêş xist. Em dikarin bibêjin, muzîk li gorî rewş û pêvajoya heyî rengê xwe dide der. Gelek muzîk û meqamên cîhanê yên navdar hene ku di şoreşan de deng vedan û hatin naskirin. Bi rêya wê jî moral dide gel û dihêle ku li ser piyan bimîne. Tekez ev muzîk û stranên şoreşê mayînde ne.”

Mizgîn Tahir dibêje, tevî rewşa şer û nearamiyê jî hûner û muzîk heta astekê li Rojavayê Kurdistanê bi pêş ketine: “Di heman demê de muzîk rastiya jiyana me ye. Li Rojavayê Kurdistanê mirov dikare rewşa muzîkê baş binirxîne, beriya şoreşê tiştekî wiha tine bû. Heger em niha binêrin, em ê bibînin ku stran, film, rêzefilm û gelek projeyên serketî tên çêkirin û li Kurdistanê dikevin xizmeta bipêşketina çand û hûner. Rast e, rewşa me ya niha ne hêsan e û rewşeke şer e, lê tevî şer li dijî wê jî çi kêm û çi zêde, bipêşketinek heye û di vê pêvajoyê de ev bipêşketin, serketineke mezin e. Ji bo bipêşketineke berçavtir, pêwîstî bi akademîsyenan û aramiyê heye.”

Zarok bi xwe bawer bûn

Mizgîn Tahir encama xebatên xwe yên salekê wiha dinirxîne: "Orkêstra Rojava ya Zarokan dê di salên pêş de bi rengekî akademîk xwe bi pêş bixe. Dibe ku teknîk û amûrên me ne ewqas alîkar bin, lê tevî vê yekê jî li gorî derfetên heyî, me xwest em gavekê biavêjin pêş û êdî hûner û behreyên koma zarokan li ser dikê pêşkêş bikin.

Ev cara sêyemîn e ku koma zarokan li ser dikê hunerê xwe pêşkêş dike û cara herî dawî jî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner, pola strîngê hat pêşkêşkirin û li wir malbat û sazî jî ji bo berhemên van zarokan bibînin hatibûn vexwendin. Vê gavê baweriya zarok ya bi xwe mezin kir û kir ku zanibin, ew dikarin berhemeke baş derxin pêş. Malbatên amade jî ji ber ku ew tiştek nû ye û bi taybetî yên li ser dikê zarokên wan in, kêfxweşiya xwe anîn ser ziman. Hêviya me ew e ku di salên pêş de orkêstra me bi rengekî akademîk bixebite.”

Ingilîzî rêya lêkolînê xweş dike

Mamosteya zimanê Ingilîzî ya Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan, Ronak Hecî jî dibêje, li kêleka muzîkê hînkirina ziman giring e: “Ev salek e, ez di vê peymangehê de dixebitim, ez dersên zimanê Ingilîzî bi awayekî balkêş didim zarokan. Zarok di astên cihê tên fêrkirin. Tecrûbeya min a bi zarokan re kir ku ez li vê derê perwerde bikim. Li kêleka kar yan jî hunerekî din hînkirina zimanan hebe, pirr baş e û ew jî dikeve xizmeta bipêşketina mirovan. Bi taybetî di orkêstrayê de ji bo mijara lêkolînan pêwîstî bi hînbûna ziman heye û ev yek jî rê vedike da ku zarok ruhê afrîneriyê di xwe de ava bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.