Ya muhim muzîka bi Kurdî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Sibat 2021 - 01:12

MA/ŞIRNEX
ZEYNEP DÛRGÛT

 

Li Şirnexê sê bira ji zarokatiya xwe ve stranan dibêjin, ji ber kêmderfetiya madî, nikarin amûrên muzîkê bikirin.

Li taxa Gundogdu ya Şirnexê Firat, Nîhat û Mahsun Polat li ber amûrên amatorî yên weke satila mast û tenekeyan stranan dibêjin. Her sê bira di dixwazin amûrên wan ên muzîkê çêbin û daxwaziya wan tenê ew e ku di demên pêş de stranên xwe bi awayekî azad bibêjin. 

Ji birayan, Firat Polat ê 22 salî, dibêje, dema ku ew stranan dibêje xwe azad hîs dike: "Dema ku me ji nû ve dest bi muzîkê kir, amûrên me tine bûn. Me jî got, heger amûr nebin, em nikarin muzîkê bikin. Min û her du birayên xwe dest da hevdu û me li satilên mast û tenekeyan da. Niha yek ji me stranan dibêje, yek li satilê dide û yek ji me jî kilaman dibêje. Piştre em çûn dewatan û me stran gotin. Piştre bi derfetên kêm me ji xwe re tembûrek kirrî. Xeyala me ew e ku em orkestrayeke mezin ava bikin û stranên xwe li her derê bibêjin." 

Nîhat Polat ê 18 salî jî dibêje, "Daxwaza me ya sereke ew e ku em bi zimanê xwe û çanda xwe huner bikin. Em dixwazin bi kilamên xwe mirovan bextewar bikin. Em her sê bira ji piçûkatiya xwe ve stranan dibêjin û muzîkê dikin. Heger rewşa me ya madî baş bibe, em ê ji xwe re amûrên mûzîkê bikirin. Tişta herî girîng ew e ku mirov bi zimanê xwe muzîkê bike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.