ROJ HOZAN / NÛJINHA / QAMIŞLO
Bi destpêkirina êrişên dagirkerî û DAIŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê re di encama teqînekê de Nejbîr lingekî xwe ji dest da. Piştî ku birînên Nejbîr Mihemed Îsmaîl baş bûn, biryar da ku weke hêvî û jiyana nû bide mirovên seqet. Niha Nejbîr Mihemed Îsmaîl di beşa çêkirina lingên protez de weke pispor xebatê dike. Nejbîr bi rûkeniyeke xweşik, tevgereke xurt û xebatekî dewlemend mirovan derman dike.
Nejbîr Mihemed Îsmaîl anî ziman ku ew dema li ser erka xwe di tîma tendirûstiyê ya Heyva Sor a Kurd de birîndar derman dikirin, sala 2014’an di encama êrişa DAIŞ’ê de li Ceza lingê xwe jidest daye û got, “Heta deqeya dawî berî êrişê min birîndar derman dikirin û erka xwe bi cih dianî. Em çiqas bêjin ne hêsan e mirov parçeyekî ji canê xwe bide. Lê dema ez hatim ser xwe, ez fikirîm ku êdî pêwîst e ez vê merheleyê derbas bikim û ji xwe re jiyaneke nû li gorî rewşa heyî hilbijêrim, ji bo vê yekê jî min gelek zehmetî li pey xwwe hiştin.”
Nirx bi berhemê girêdayî ye
Nejbîr Îsmaîl bang li mirovên ku parçeyek ji canê xwe ji dest dayî kir da ku her dem hewl bidin berheman bidin û xwe lawaz hîs nekin: “Mirovê ku parçeyekî ji canê xwe winda bike, bila weke dawiya jiyanê nebîne, ji ber ku em dikarin kar bikin, bi lingê xwe baz bidin û tevli çalakiyên jiyanî hemûyan bibin. Nirxdayîna mirov bi berhemdayîna wan ve girêdayî ye.”
Divê em teslîm nebin
Nejbîr Mihemed Îsmaîl got, “Ya girîng ew e ku em teslîm nebin û xwe lawaz nebînin” û wiha peyivî: “Navenda Heyva Sor a Kurd jî xizmetên xwe bi dildarî dike û weke beşên me em bi dildarî kar dikin û mirov ji her derî berê xwe bidin navenda me, em di xizmeta wan de ne. Em di rewşeke wisa de ne ku her mirov dikare parçeyekî ji canê xwe ji dest bide. Ya girîng ew e ku em teslîm nebin û xwe lawaz nebînin. Em ne mirovên kêm in, em her dem hewl didin berheman bînin.”