MÎT´a Tirk li Silêmaniyê di nava du rojan de du êriş kirin. Di êrişa pêr de welatparêzê Kurd Ferhat Bariş Kondu birîndar kir, di êrişa doh de şoreşgerê Kurdistanê Şukrî Serhed şehîd kir. PKK´ê bi daxuyaniyekê got, ew ê tola şehîd Şukrî Serhed hilîne.
Dewleta Tirk a dagirker doh li Başûrê Kurdistanê, Silêmaniyê şoreşger Şukrî Serhed şehîd kir. Beriya wê bi rojekê jî hewldana qetilkirina welatparêze Kurd li Silêmaniyê Ferhat Bariş Kondu nîşan dide ku dewleta Tirk bi MÎT´a xwe xwe li Silêmaniyê jî bi rêxistinkiriye. Xelkê Silêmaniyê bi hezaran xwe dî li şehîd Şukrî derket û bi merasîmeke bi heybet ew bi xir kir. Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK´ê û
Komîteya Peywendiyên Derve ya PKK´ê bi daxuyaniyên xwe dan zanîn ku xwîna hevrêyê wan Heval Şikrî Serhed wê li erdê nemîne.
Cihgirê Serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê, Qubad Talabanî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û got, ew ê qatilan bigirin û dadgeh bikin.
Şoreşgerê Kurdistanê û şahidê zilma li zindana Amedê
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) ji bo derman bibe li Silêmaniyê bû. Qatilên dewleta Tirk ew doh şehîd kirin.
Şukrî Serhed doh sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, qatilan gule lê reşandin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhet şehîd bû.
Piştî êrişê hêzên polês hatin cihê bûyerê û cenazeyê Şehîd Şukrî Serhed birin Saziya Tiba Edlî.
Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) sala 1957’an li Qersê ji dayîk bû, sala 1978’an tevgera PKK’ê nas kir û tevlî nav refên wê bû. Di dema darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’yî ya li Tirkiyeyê de li zindana Amedê hat ragirtin. Şukrî Serhed li vir tevî pêşeng û kadroyên PKK’ê dijî pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe da. Sala 1991’ê ji girtîgehê derket û bere xwe da çiyayên azad ên
Kurdistanê. Şehîd Şukrî Serhed ev 15 sal bûn di nava Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê de kar dimeşand.
Di du rojan de 2 êriş
Li Silêmaniyê pêr jî êrişeke çekdarî li dijî welatparêzê Kurd Ferhat Bariş Kondu pêk hat. Kondu di êrişê de bi giranî birîndar bû.
Komeleya Kerkerên Mezopotamyayê piştî êrişê daxuyanî dabû û gotibû, êrişa li dijî Kondu elaqedarî gef û şantajên dewleta Tirk e.
Jixwe guman yek ser çûn ser Îstîxbarata dewleta Tirk MÎT´ê. Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê, Mûsa Çîftçî ji bo rûreşkirina êrişê got, “Bi nasnameya Neteweyên Yekbûyî, weke penaberên siyasî statiya me heye. Li vir dîsa îstixbarat û yekîneyên polês bi rêya telefonê gef û şantajan li me dikin. Teklîfa sîxûriyê li hevalên me dikin. Îstixbarata Tirk rojane malbatên me tehdîd dikin. Em diyar dikin, çawa berê li ber tehdîd û şantajan me li ber xwe da, em ê li vir jî li ber xwe bidin. Li ber ti êrişê em ê serî netewînin.”
Mûsa Çîfçî ji NY’yê û YNK’ê jî xwestibû, ewlehiya canê penaberên siyasî misoger bikin.
Bi hezaran kesî Şehîd Şukrî bi oxir kir
Piştî otopsiya li Tiba Edlî ya Silêmaniyê, bi hezaran kesî bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” rahişt cenazeyê Şukrî Serhed û cenaze bir Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinarê.
Xelk ji Hewlêr heta Kelarê, ji Ranya heta Silêmaniyê, ji Helebce û gelek navçeyên li mizgeftê kom bû.
Bi hezaran kesî piştre ala PKK´ê bi darbesta Şehîd Şukrî Serhed de kir, û cenaze li ser milan bi meşê heta bi Pirdê Çarêyanî Serçinar bir.
Xelkê her dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” gotin û li ber pirê, cenaze li ambulansê siwar kirin. Cenaze li Goristana Şehîdan bi merasîmeke bi heybet hat veşartin.
Tola Şukrî wê bê hilanîn
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê daxuyaniyek li ser şehdadeta got, “Dewleta Tirk, hevalê me Şukrî Serhed li pêşiya mala ku lê dima, bi rengekî hovane qetil kir. Em Tevgera Azadiyê ji bo têkoşîna ku hevalê me ji bo gelê Kurd dayî, li keda 40 salan û hewldana wî bi xwedîderketina li bîranîna wî, têkoşînê geş bikin û bersivê bidin. Gelê me bi rengekî ku layiqî têkoşîna hevalê me Şukrî Serhed be divê li şehadeta wî xwedî derkeve.”
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, jî têkildarî qetilkirina endamê xwe Şukrî Serhed got, tola şehîdên şoreşê hemûyan wê bê hilanîn û xwîna wan li erdê nemîne.
Komîteyê got, “PKK Partiya Şehîdan e. Wê ev rastî mêtingeran di tarîtiya dîrokê de bin ax bike. Herî dawî wan hevalê me Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed (Yasîn Bûlût) bi êrişeke xayînane li Silêmaniyê şehîd kir. Em hevalên wî yên têkoşînê, em ê mîrateya ku wî ji me re hiştî bi rûmeteke mezin heta serketinê bibin. Bila were zanîn, di şexsê hevrê Şukrî de tola şehîdên me yên şoreşê hemûyan wê were hilanîn û xwîna ku ji bo azadiya gelan rijandine, wê li erdê nemîne.”
Talabanî şehîdkirina Şukrî Serhed şermezar kir
Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Hewlêrê, Qubat Talebanî li ser şehîdkirina şoreşgerê Kurdistanê, Şukrî Serhed got; “Em ê kujerên Şukrî Serhed bigirin û radestî dadgehê bikin.”
Wî got, “Ez bi tundî qetilkirina Şukrî Serhed şermezar dikim. Bang li aliyên ewlekariyê dikim, şev û rojên xwe ji bo girtina kujeran veqetînin û kujeran radestî dadgehê bikin da ku werin cezakirin.”
Navenda MÎT’ê vebû êrişan dest pê kir
Baregehên MÎT´ê li bajarên Başûrê kurdistanê belav in. Nexasim li Dihok û Hewlêrê hejmarln wan jî pirr in û li derveyî bajêr jî li dijî Kurdistanê kar dikin. Beriya qederê mehekê, xasma destpêka Îlonê hin wêne di medya dîjîtal de hatin belavkirin ku avahiya li nava bajêr a MÎT´a Tirk nîşan dide. Bi ala li ser û ewlehiya li dora avahiyê, xuyabû ku MÎT li Silêmanî femrî bûye. Avahî li devera Girdeke, 500 metroyan nêzî Nexweşxana Enwer Şêxe Dûre ye. Yanî avahî nêzî mala malbata Noşîrwan Mistefa demezrênerê Tevgera Gorranê ye.
Piştî belavbûna dîmen û wêneyên vê avahiyê bi du hefteyan li Silêmaniyê reşkujiyên li dijî şoreşger û welatparêzên Kurdistanê dest pê kir.
SILÊMANÎ