Xwestin Rêbertî ji gel qut bikin

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 02:45

OSMAN KAPAN

Dagirkeran bi komploya 9’ê Cotmehê dixwest têkiliya Rêbertî û gel ji hev qut bike. Lê piştî komployê, nexasim jî bi paradîgmayên nû yên Rêbertî têkiliya di navbera zindan, çiya û xelkê Kurd de xurttir bû. Hevalên ku wan salan di zindanan diman hest û nihêrînên xwe yên di derbarê komployê de anîn ziman.

Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ji bo Kurdan destpêka êşeke mezin e. Gelek sdemên vê komployê hebûn. Di kesayeta Rêber Apo de di serî de gelê Kurd, bi gelemperî li hember gelên Rojhilata Navîn bû ev komplo. Sedemeke sereke jî ew bû ku statûya ku dabûne Kurdan bêhtir tarî bikin.

Me jî komploya 9’ê Cotmehê ji kesên wê demê di zindanan de diman pirsî. Ev heval 30 salên xwe di zindanê de temam kirin û bûne şahidê pêvajoya komployê. Adar, di nava têkoşînê de dîl ket. Lê zindanê weke warekî berxwedanê dît û heya niha jî li ber xwe dide. Piştî 30 salan hate berdan û niha li derve têkoşîna xwe didomîne. Bahoz Roj jî dîsa dema di nav têkoşînê de ye tê girtin. Wî jî bi heman awayî zindanê kire warê perwerdehî û têkoşînê. Piştî 30 sal di zindanê de ma û derket, wî got; “Ez li ku ma bûm?”

Adar û Bahoz Roj ku dema Komploya 9’ê Cotmehê li zindanê bûn û 30 salên xwe li zindanê bihurandin derheqê Komployê bîr û boçûnên xwe ji rojnameya me Yenî Ozgur Polîtîkayê re vegotin.

Bahoz  Roj destnîşan kirin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de komplo ne tenê li ser Têkoşîna Azadiyê bû lê her wiha li ser gelên bindest, azadîxwaz û bîrdoziya sosyalîzmê bû û diyar kir di Têkoşîna gelê Kurd de bi esasî felsefe û bîreweriya serxwebûn û azadiyê bû armanca komployê.

Ocalan bû stûna serxwebûnê

Bahoz Roj bi berdewamî bi bîr xist wê deme hêzên komploger Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (PRNM) danîbûn xwe, ji bo ku Rêber Apo li ber vê projeyê weke asteng didîtin û xwestin ku tasfiye bikin lê armanca wan neçûye serî ji ber ku fikra Rêber Ocalan her ku diçû dibû stûna bingehîn ên serxwebûn û xweseriya demokratîk ên çandî, civakî û rêxistinî.

Rola nokeran

Derheqê rola xayintiya navxwe ya di Kompoloyê jî Bahoz Roj anî zimên, Rist û rola ku dabûne hevkar, noker û xwefiroşan pir girîng bû û got,’’Vê xeta îxanetê weke her deme vê carê jî derbeke mezin li têkoşîna gelê Kurd da û deh salan serxwebûn û azadiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi paş xistin. Lê ne dagirkeran û nejî xwefiroşan nekarîn serokatî û hêza wî têk bibin, ango xweziya wan di qirika wan de ma.’’

Dixwestin Kurdan azad bikujin

Bahoz Roj armancên komployê wiha vegot:’’Di kesayeta serokatî û tevgera azadiyê de dixwestin Kurd û mirovên azad bêne kuştin û tinekirin. Statûya ku ji Kurdan re hatibû dîtin koletî û serîtewandin bû. Lozan maka vê peralê bû. Jixwe dema ku mirov li dîrokê dinêre her tim nêrîneke wisa heye li hemberê Kurdan; “Kurd şervan in lê bê sermiyan in” vêca Rêbertî ev nêrîn û qalik bi têkoşîn û felsefeya xwe ya hemdem şikandibû ango gelê xwe ji xewa bindestiyê şiyar kiribû.’’

Komplo berdewam e

Bahoz Roj diyar kir bi tecrîdê tê xwestin ku Rêbertî û gel ji hev qut bikin û got,’’Wek tê zanîn di kesayeta serokatî û tevgera azadiyê de, gele Kurd, hemû Rojhilata Navîn û mirovatiya azad û şaristaniyên demokratîk hedef hatin girtin. Lê komplo tevî hemû listikên navdewletî û xayîntiya hundirîn bi ser neket, lê hîn jî dewam dike ev komplo. Kengî tevgera azadî û gelê Kurd li rastiya komployê hizirî bi hişmendiyeke baş nirxand wê gavê ew ê ev komplo bi temamî têk biçe.’’

Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin

Derheqê çalakiya ‘’Hûn nikarin roja me tarî bikin’’ ya dijî Komployê ku di keseyata Xalit Oral de li zindanan geş bûyî, Adar got,’’Mirov bi bedena xwe bûne xelekên ji agir li dora rêberê xwe û gotin; “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Li zindanan ev pêl bi pêşengiya hevalê Xalid û Sema hate destpêkirin û li hemû zindanan her roj berxwedêran bedena xwe dan ber agir û hêza berxwedan û xwedî derketina li serokê xwe nîşanî hemû komplogeran û gelê cîhanê didan. Bi vî agirî tirsek mezin ketibû dilê dagirkeran û heta hinek ji wan digotin; “Gelo me şaşîtî kir?”

Rêbertî xweş analîz nekiribûn

Adar wiha domand: ‘’Di wê pêvajoyê de wezîrê karê derve yê Emerîka Olbareit bi xwe wiha gotibû; “Me texmîn nedikir ku bertekek ewqasî mezin derkeve holê.” Yanî di vir de du tişt tenê famkirin. Yek; komplogeran tevî ku Rêbertî ji xwe re xetere didîtin jî hêza wî xweş analîz nekiribûn. Du; wan hîn Kurd weke Kurdên serdema serhildanên berê didîtin û difikirîn ku çawa serokê wan bê girtin an jî kuştin wê Kurd dev ji têkoşîna xwe berdin!’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.