Şandeya Rêveber a Şengalê li Bexdayê bi daxwaznameyekê daxwazên xelkê Şengalê pêşkêşî berpirsên Iraqê, Misr û Rûsya kir û xwest peymana li ser Şengalê were betalkirin.

Piştî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Bexdayê kir. Di nava şandeyê de nûnerê PADÊ, nûnera TAJÊ, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêveberiya Şengalê hebûn. Şandeyê li Bexda çend hevdîtin kir. Şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê herî dawî bi Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ubadî, Cîgirê Sefîrê Misrê û Sefîrê Rûsyayê re civiya.

Şandeyê bi daxwaznameyekê daxwazên xelkê Şengalê pêşkêşî rayedarên Iraqê, Misrê û Rûsyayê kir.

Di daxwaznameyê de tevî daxwaza betalkirina peymana Şengalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de herweha hat xwestin rêya vegerê ya penaberan jî were hêsankirin.

ROJNEWS/BEXDA