Xwestin komkujiyê bikin

Çarşem 1 Sibat 2023 - 10:44

ÊZDÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê weke hedefên sereke didin pêşiya hucreya sîxûran. Ev her du êriş jî ne bi balafirên bêmirov ên bi çek, lê bi 4 mayînan têne kirin. Di berdêla van êrişan de tora sîxuriyê ji MÎT’ê 50 hezar dolaran digire.

Hedefa yekemîn a vê tora sîxûriyê, Dijwar Feqîr e. Dijwar Feqîr kesayeteke naskirî û pêşeng e ku di parastin û rizgarkirina Şengalê de weke fermandarekî YBŞ’ê bi erkeke dîrokî radibe. Lê nexasim piştî ku Dijwar Feqîr dibe Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê, MÎT û Parastinê wî tam dixin hedef.

Ehmed Nesreddîn tevî Seed Casim, dest bi şopandina fîzîkî û teknîkî ya Dijwar Feqîr dikin. Ehmed, rojane bi rêveberên MÎT’ê Selman û Tekîn re di têkiliyê de ye. Selman û Tekîn, weke maseya MÎT’ê ya Şengalê kar dikin û ji bo êrişan derfetên teknîkî, aborî û îstixbarî birêxistin dikin.
Ehmed Nesreddîn ji bo şopandin û êrişê diçe Xanesorê

Seed û Selah rojane Dijwar Feqîr dişopînin, civînên ku beşdarî wan dibe, radigihînin Ehmed. Tevî şopandinan jî, derfetê nabînin ku bi balafira bêmirov a bi çek êriş bikin. Pişt re, Seed xwe li derdora mala Dijwar Feqîr bi cih dike û çavdêriyê li mala wî dike. Piştî çend rojan ku şopa Dijwar Feqîr nabînin, vê carê Ehmed Nesredîn ji Başûrê Kurdistanê dide rê û ji bo birêxistinkirina êrişê diçe Xanesorê.

2 mayînên MÎT´ê

Ji ber ku pîlana êrişê guheriye, ne bi balafira bê mirov a bi çek, lê belê bi mayînan wesayîta Dijwar Feqîr biteqînin. MÎT’ê bi destê Parastinê ji bo vê êrişê 2 mayîn bi awayeke veşartî gihandin Şengalê û li cihekî binax kirin. Ehmed û Seed li gorî koordînatên MÎT’ê tevdigerin, diçin 2 mayînên veşartî werdigirin.

Dema Ehmed Nesreddîn Dijwar Feqîr dişopîne, MÎT jî bênavber keşfê rêdike. Seed dikeve hundirê hewşê, mayînekê di bin seyarê de bi cih dike û vedigere.

Li gel zarokên wî mayînê diteqînin

Di wê demê de, Dijwar Feqîr ji ber tevgera zêde ya keşfê ji mala xwe dernakeve. Lê ji bo amadekariyên Cejna Êzî, rojekê beriya cejnê di 7’ê Kanûna 2021’ê de tevî zarokên xwe ji mal derdikeve û diçin sûka Sinûnê. Ehmed û Seed seyareya Dijwar Feqîr bi seyareya xwe dişopînin, her wiha MÎT’ê jî keşif rakiriye û ew jî bi vî awayî dişopînin. Di vegera malê de, dema wesayîta xwe nêzî malê dike Ehmed û Seed dibînin ku zarokên Dijwar Feqîr jî di nav wesayîtê de ne lê tevî vê jî bi kumandayê mayînê diteqînin.

Ji bo Meclîsê 3 mayîn tên şandin

Rêveberên MÎT’ê Selma û Tekîn, feramaneke nû didin Ehmed ku amadekariya teqandina meclîsê bike. Ji bo vê êrişê jî MÎT’ê 3 mayîn gihandine ber deste Ehmed û hucreya wî. Ehmed van mayînan dide Seed da ku li meclîsê bi cih bike. Seed, rojekê xwe di meclîsê de vedişêre, piştî ku meclis tê girtin şevekê her 3 mayînan li banê Meclîsa Gel a Xanesorê ji hundirê ve bi cih dike. Di wê demê de, Ehmed jî bi destê MÎT’ê keşif radike û çavdêriya meclîsê dikin.

Roja teqînê, ango 11’ê Kanûna 2021’ê, li meclîsê amadekariya xêra Dijwar Feqîr heye. Hedefa wan ew e ku meclîsê di demeke qerebalix de biteqînin. 11’ê Kanûnê danê êvarî, Selah tê nêzî meclîsê û bi cîhazê mayînan diteqîne. Ji ber ku beriya teqînê endamên meclîsê û gel ji wê derê derketine, şehadet yan jî birîndarî çênabin, lê beşek ji avahiya meclîsê ji ber teqînê hildiweşe.

50 hezar dolarî ji MÎT’ê digirin

Ji bo şehadeta Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê, Ehmed bi 50 hezar dolarî bi MÎT’ê re li hev dike. Ehmed ev pere, ji Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ji destê sîxûrekî MÎT’ê digire ku navê wî kesî jî wê were eşkerekirin. Hedefa esasî ya van her du êrişan jî belavkirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê û dûrxistina civaka Êzîdî ya ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bû. Lê ji ber ku ev êriş jî negihiştin vê hedefe, MÎT û Parastinê plansaziyên nû xistin dewrê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.