Piştî ku dewleta Tirk di êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de ket tengasiyê û wezîrê wê yê parastinê di vî warî de li xwe mikur hat, alîkarî ji Emerîka, Bexda û Hewlêrê xwest, hêzên qala wan têne kirin, ketin nava tevgerê.
Li Girê Bolê û herêmên Berbizinan û Goşînê yên Sîdekan, hêzên çekdar ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwestin bi çekên giran li herêma gerîla bi cih bibin, lê rê li pêşiyê hate girtin. Her çiqas medya PDK’ê îdia kir ku komek gerîla êrişî pêşmergeyan kiriye, lê çavkaniyek taybet ji Rojnews’ê re ev îdiayên medya PDK’ê red kir. Çavkaniyê ragihand: “Li Girê Bolê û herêmên Berbizinan û Goşînê yên Sîdekan a herêma Biradost, çekdarên hêzên Helgurd ên PDK’ê bi çekên êriş kirin û xwestin li herêmê bi cih bibin. Lê, gerîla ji wan re ragihand ku nabe hûn li vir bi cih bibin û hişyar kirin. Li hember çekdarên PDK’ê gule berdan û heta arbîcî bi kar anîn. Lewma gerîla gulle berdan hewayê. Çekdarên PDK’ê revîn û herêm bi cih hiştin. Weke medya PDK’ê jî qal kirî ti pêşmerge birîndar nebûne.”
Li aliyê din, tê gotin, hêza hevbeş ya PDK’ê û YNK’ê ya par li Zînî Wertê hatibû bi cih kirin vedikişe û li şûna wê, hêza YNKʼê bi cih bibe. Lê çavkaniyeke KCK’ê diyarkir haya wan ji mijarê nîne.
Li gorî zanyariyên ji çend çavkaniyek hatin bi destxistin, wê YNK navenda asayîşa bajaroka Wertê û benda asayîşê ya li Dola Pilingan bike yek û wê li ser girê Zînî Wertê bi cih bike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ