Piştî ku Talîbanê Efxanistan bi dest xist dixwaze her tişt li gorî rêgezên xwe bi rêve bibe û êriş dibe ser saziyên çandî yên li Efxanistanê. Talîban deriyê “Înstîtûya Muzîka Neteweyî ya Efxanistan” girt û xebatkaran wê jî şandin malê. Talîban tenê bi girtina derî nema her wiha alavên muzîkê jî şikandin û parçe kirin.
Avakar û rêvebirê înstîtûyê Ahmad Sarmast dibêje, di demên dawî de kesên bi çek înstîtû dagir kirine. Piştî dagirkirinê dest danîne ser wesayîtên înstîtûyê û hin amûrên muzîkê jî dizîne. Ahmad Sarmast diyar kir ku şagirt û mamosteyên înstîtûyê niha li mal in û ji siberoja xwe bi fikar in. Ahmad Sarmast diyar kir ku di salên 1990’î de îcrakirina muzîkê bi her awayî qedexe bû û heram dihate dîtin. Guhdarîkirina muzîkê ya bi dizî jî zehmet bû û kesî nikaribû performansekê yan jî konserekê li dar bixe. Gava ev tişt bihata bihîstin, teqez serê wan di belayê de bû.
Ahmad Sarmast ji bo îro dibêje, “Kes nikare derbarê siberojê de tiştekî bibêje. Îro li Kabîlê her tişt zû diguhere û rewş ne baş e.”
Piştî ku deriyê înstîtuyê ji hêla hêzên çekdar ên Talîbanê ve hate qiflekirin û înstrûman hatin şikandin, rojnamevanê Efxan Anees Ur Rehman wêneyên înstrûmanên hatine parçekirin li ser hesabê xwe parve kir û got, “Îro dilê min diêşe.
Înstrûmanên ‘Înstîtûya Muzîka Neteweyî ya Efxanistanê’ hatin şikandin û parçekirin. Endamên orkestrayê vegeriyan mala xwe. Carake din ew ê nikaribin înstrûmanan bijenin. Gotina dawî.”
NAVENDA NÛÇEYAN