- MXDŞ bi beşdariya delegeyên Şîe, Mesîhî û Erebên Şengalê kongreya xwe ya 4´an li dar dixe û pê dixwaze xweseriya Şengalê misoger bike.
Kongreya 4´an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) doh dest pê kir û îro jî dewam dike. Kongreyê bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser Pira Gihandina Azadiyê Ye” dest pê kir. Nûnerên pêkhateyên Ereb, Şîe û Mesihî yên Şengalê jî beşdarî kongreyê dibin.
Ev demek e ku amadekariyên Kongreya 4´an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) dihatin kirin. Beriya kongreya giştî, li hemû meclîsên gundan di çarçoveya amadekariyên kongreyê de civîn hatin lidarxistin û delegeyên kongreyê hatin hilbijartin. Di encama van civînan de 250 delegeyên hilbijartî, beşdarî kongreya giştî bûn. Ji oldar û rûspîyan heta bi hunermend û rojnamevanan, ji tevgera jinê û ya ciwanan heta bi karker û kedkaran her beşê civakê beşdarî kongreyê dibe. Her wiha 50 mêvanên ji derdorên cuda yên civakî jî beşdarî kongreyê dibin. Di nav mêvanan de, Êzîdiyên ji Ewrûpa û Rûsyayê jî hene.
Her kongre bi mîsyonekê
Yekemîn kongreya MXDŞ’ê piştî fermana 2014’an hatibû lidarxistin û wekî bersiva civaka Êzîdî ya li hemberî fermanê bû. Ji kongreya avakirinê heta niha her kongre bi armanc û hedefekê pêk hat. Armanca sereke ya kongreya 4’an a MXDŞ’ê jî berferehkirin û xurtkirina meclîsa gel û misogerkirina Xweseriya Şengalê ye.
Hate gotin, lidarxistina Kongreya 4’an di salvegera fermanê de di heman demê de ji bo bibîranîna şehîdên fermanê hemûyan e.
Cara pêşî ye ku ew jî delege ne
Tiştekî ji kongreyên bihurî cudatir jî di vê kongreyê de heye. Di vê kongreyê de cara pêşî ye ku Mesîhî, Şîe û Erebên Şengalê jî hem wekî mêvan hem jî wekî delege beşdarî kongreyê dibin. Ev jî gaveke girîng û dîrokî ye ku pêkhateyên herêmê hemû beşdarî kongreyê dibin. Bi vî rengî Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo çareserkirina pirsgirkêkên Iraqê hemûyan dibe modeleke xurt.
Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir û bi axaftina vekirinê ya hevserokên Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hico û Qasim Xelef Ebdulla dewam kir.
Riham Hico di axaftina vekirinê de bal kişand ser armanca esasî ya kongreyê û got “Armanca me ne tenê çareserkirina pirsgirêka Şengalê, çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê ye.”
Piştre sînevizyonek li ser fermana 2014’an, berxwedana parastin û rizgarkirina Şengalê û xebatên avakirina pergala xweseriya demokratîk hate nîşandan. Piştre namzeta Parlamentoya Iraqê Merwa Mirad Şêxkalo, Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd, namzetê PADÊ yê Parlamena Iraqê Şêx Semir, li ser navê fermandariya YBŞ’ê Dijwar Feqîr, li ser navê Êzidiyên Rûsyayê Mamoste Ezîz di peyamên xwe de bang li civaka Êzidî kirin da ku ji bo parastin û misogerkirina Xweseriya Şengalê kar û xebatan mezin bikin. Kongre wê îro piştî hilbijartina rêveberî û hevserokên nû bi encam bibe.
Avesta: Xweserî mafê Êzîdiyan e
Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke nivîskî ji bo kongreya MXŞD şand û got, xweserî mafê Êzîdiyan e û divê Iraq jî vê yekê qebûl bike.
Avesta di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya lidarxistina kongreyê û got, divê pêkhate hemû tevlî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibin û herkes vê meclîsê wekî îradeya xwe bibîne.
Avesta di dewamê de got, “Gelê Êzidî doza mafê xwe yê rewa dike. Ji bo bidestxistina xweseriyê ev rojên girîng in. Fermana Êzîdiyan li cîhanê wekî jenosîdê tê qebûlkirin. Divê em bi xwe bawer bin. Em dikarin Xweseriya Demokratîk a Şengalê mîsoger bikin.”
Avesta got, heger bi dewleta Iraqê re ev mijar baş were nîqaşkirin, Iraq li vê yekê ne girtî ye û bi xebat û diyalogeke baş, mirov dikare ev pirsgirêk çareser bibe. Avesta bang li dewleta Iraqê kir da ku mafên gelê Êzîdî nas bike û got, “Tu zirara Êzîdiyan li Iraqê nabe. Berevajî vê, ev ê jiyana hevpar misoger bike û modeleke nû bi pêş bixe.”
ROJNEWS/ŞENGAL