Civaka Akedemîsyenên Êzîdî (Gesellschaft Ezidischer AkademikerInnen e. V.- GEA) li ser rewşa Şengalê a aktuel daxuyaniyek da. GEA'yê xwest xweseriya Şengalê bê naskirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew rûdanên leşkerî û siyasî yên li herêmê dilgiranî dişopînin. GEA'yê lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya Cotmeha 2020'an a li ser Şengalê jî bi bîr xist.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev peymana li derveyî Êzîdiyan hate amadekirin, têkbirina saziyên xwerêveberî û xweparastinê yên li Şengalê ferz dike, ku civaka Êzîdî dixe nava fikaran.
Diyaloga siyasî
GEA'yê xwest, dest ji hewldan û destwerdanên leşkerî bê berdan û pêvajoya diyaloga siyasî dewam bike.
GEA'yê diyar kir ku destûra bingehîn a Iraqê jî rê dide xweseriyê û divê îdareya siyasî bi vî rengî nêzî mijarê bibe.
Di vê mijarê de bi taybetî bang li PDK'ê hate kirin da ku bi roleke erênî rabe.
Di daxuyaniyê de GEA'yê ji bo Şengalê daxwaza xweseriyê kir û bang li civaka navneteweyî jî kir da ku ji bo parastina mafê Êzîdiyan bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
BERLÎN