- Di salvegera qirkirina Êzidiyan de Kurd û dostên xwe, li seranserî Ewrûpa, Skandînavya û Ermenistanê, daketin meydanan û çalakî li darxistin.
Salvegera qirkirina Êzdiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an li seranserî Elmanya, Swîsre, Fransa, Hollanda, Avûstûrya, Swêd, Norveç û Ermenistanê, bi çalakiyên girseyî hate pêşiwazîkirin. Di çalakiyan de banga naskirina xweseriya Şengalê hate kirin.
MUNÎH: Salvegera 9’emîn a Qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an ku çeteyên DAÎŞ’ê kir, li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin. Mîtîng li qada Stachûs a Munîhê ku paytexa Bavyerayê ye hat lidarxistin.
DARMSTADT: Li bajarê Darmstadtê jî Qirkirina Şengalê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de daxwaza naskirina xweseriya Şengalê hate kirin.
MANNHEIM: Li Mannheîmê jî çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin û banga bi lezgîn a naskirina xweseriya Şengalê hate kirin.
STÛTTGART: Li Stûttgartê jî li qada Schlossplat/Kobanê mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku qirkirina li Şengalê, qirkirineke li hemû mirovahiyê û jinan hatiye kirin. Ji ber piştiriya bi dewleta Tirk re NATO hate şermezar kirin.
HAMBÛRG: Li Hambûrgê jî mîtîngek hat lidarxistin û hate gotin;’’Dewletên dengê xwe ji qirkirinê re nekirine bi qasê DAÎŞ’ê gunehkar in. Ji bo car din em van êşan nekişînin, divê em yekitiya xwe xurttir bikin.’’
KIEL: Li bajarê Kîelê jî bi pêşengiya Jiyan Jin bi beşdarbûna Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Defend Kurdistan, li qada herî qelebalix a bajêr Eûropaplatzê mîtîng hat lidarxistin.
BREMEN: Li bajarê Bremen Kurd û dostên wan bi pêşengiya Hevgirtina Ciwanên Êzidî û Meclîsa Jinê ya Sêvê li Markplatzê li ber Parlementoya Eyaleya Bremenê li hev civiyan, banga piştevaniya enternasyonalîst kirin.
SAARBRUCKEN: Qirkirina Êzidiyan li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin. Hat destnîşankirin ku ji bo cardin ferman li Êzidiyan ranebin, divê Êzidxan di nava Kurdistanê de cihekê xweser be.
PARÎS: Salvegera 9’emîn a Qirkirina Şengalê , li banliyoya Evry ya paytexta Fransa Parîsê hat protestokirin. Di çalakiyê de hate gotin;’’Nabe ku Şengalê terkê wicdanê alema selefî ya li Rojhilata Navîn bê kirin. Divê statuya Şengalê nas bikin.’’
DEN HAAG: Bi boneya salvegera 9’emîn a Qirkirina Êzidiyan, li bajarê Den Haag yê Hollandayê jî çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
VIYANA: Li paytexta Avûstûrya Viyanayê, ji bo şermezarkirina jenosîda li Şengalê û xwedî derketina li Şengalê çalakî hat lidarxistin. Îşaret bi gef û gurrên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hat kirin û daxwaza naskirina xweseriya Şengalê hat kirin.
LÛZERN: Bi boneya salvegera 9’emîn a Fermana Ezîdiyan li bajarê Lûzern ê Swîsreyê şanoyek hat pêşandan.
AARAÛ: Meclîsa jinê ya Rojbîn li kantona Aaraû ya bajarê Aaraûyê, ji bo kesên di komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin qetilkirin, daxuyanî da.
LOZAN: Li bajarê Lozanê jî çalakiya protestoyî hat lidarxistin û kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn.
BASEL: Bibîranîna li Baselê jî li Claraplatzê hat kirin. Pankartên li ser ’’3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê qetlîam hat kirin, jin hatin qetilkirin’’ nivîsandî hatin vekirin.
CENEVRE: Li Cenevreyê jî, belgefîlmeke li ser Qirkirina Êzidiyan hat nîşandan.
ZURÎH: Kurd bi pêşengiya Meclisa Jinan a Bêrîtanê li qada Helvetiayê hatin ba hev. Daxwaz ji dewletên navneteweyî kirin ku qirkirinê nas bikin.
BERN: Kurd û dostên xwe bi boneya salvegera komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an, li bajarê Bern yê Swîsreyê li hev civiyan.
ERMENISTAN: Li Ermenistanê girse li Parka Oxakatev a Erîvanê li hev civiya û diyar kir ku gelek dewletan ferman wek jenosîd qebûl kiriye lê xeteriya li ser Şengalê berdewam e.”
STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê Stockholmê jî qirkirin bi çalakiyekê hate protesto kirin.
NORVEÇ: Bi boneya salvegera 9’emîn a qirkirinê li Osloyê çalakî hat lidarxistin û bang li hikûmeta Norwecê hat kirin ku qirkirina Êzidiyan nas bike û ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û naskirina statûya Şengalê hewl bide.
NAVENDA NÛÇEYAN