KNK’ê ji bo çareseriyeke mayinde û demdirêj bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li gel hikumeta Iraqê, meclîsa gel û meclîsa jinan a Şengalê bixebite ku Êzidxanê weke herêmeke xweser li nava qanûnên Iraqê û navneteweyî bi cih bike.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“3’ê Tebaxa 2014’an, gelê me yê Êzidî li Şengalê rû bi rûyê êrişek dijwar a terorîstên DAIŞ’ê bû. Xuya bû ku dewleta Tirk piştevaniya teroristên DAIŞ’ê dike. DAIŞ’ê li dijî jinan rêbazên şer ên taybet bi kar anî, bi ser jinan re civak bi giştî kir armanca êrişên xwe yên qirêj û bi vî awayî di nava jenosîdê de femînîsîd jî bi awayekî sîstematîk pêk anî. Li gorî agahiyên saziya sîwan a tevgera jinên Êzidî TAJÊ heya niha hê jî 3000 jin winda ne. Bi deh hezaran jî hîn di bin trawmaya erişên 3’ê Tebaxê de ne. Nêzî 12 dewletan sûcê li dijî Êzidiyan weke jenosîd/qirkirin nas kirine. Qebûlkirineke wiha hem pêngaveke girîng e, hem jî nîşan û belgeyeke girîng a siyasî ye. Lê belê naskirina siyasî ya jenosîdê bêyî encamên yasayî ango bêyî darizandina berpirsan – bikeran têrê nake. Nebûna encamên yasayî/qanûnî tenê sûcdaran teşwîq dike ku van cûre jenosîdan dubare bikin.
Tirkiye dixwaze Êzîdxanê vala bike
Roj bi roj artêşa Tirk bi balafirên drone û balafirên şer êrişî nexweşxane, dibistan û bi taybetî jî hezên parastina Êzidîxanê YBŞ-YJŞ’ê dike. Armanca wan êrişan zelal e: Dewleta Tirk dixwaze Ezidîxanê ji Êzidiyan vala bike. Armanc stratejiya dewleta Tirk ew e ku Şengalê wekî erdnîgariya berê ya Osmaniyan dagir bike, Tirkbûyinê li wir bi pêş bixe. Heman stratejî sala 2018’an li Efrîn û 2019’an li Serêkaniyê û Girê Sipî dest pê kiribû û niha jî erdnîgariya Kurdistanê ji kurdan ‘paqij’ dike, Tirkbûyînê bi pêş dixe. Xelkê me yê Êzidî di bin zilm û zordariya sed salan de, heya niha çand û nasnameya bingehîn a Kurdîniya resen parastin e. Dewleta Tirk bi erişên li ser Şengalê bi zelalî peyama qelandina koka kurdan dide me hemûyan. Ji ber vê jî şerê li dijî Êzidiyan şerê li dijî tevahî Kurdan e. Lewma divê hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurd û Kurdistanî bi vê ramanê nêzîk bibin û xwedî li Êzidîxanê derkevin. Ji bo ku êdî fermanên din bi serê xelkê me yê Êzidî de neyên, divê di serî de êrişên dewleta Tirk bêne rawestandin.
Peymanê betal bikin
Daxwaza me ya herî lezgîn ev e, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê bi hevre qada hewayî li balafir û dronên dewleta Tirk bigirin. Her wiha em bang dikin ku peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikûmeta Iraqê, desthilata herêma Kurdistan û dewleta Tirk de hatiye mohrkirin bê betalkirin. Ji ber armanca vê peymanê valakirina Êzidîxanê ye.
Pêwistî bi çareseriya demdirêj heye. Ji bo vê jî em bang li NY’ê dikin ku li gel Hikûmeta Iraqê û nûnerên siyasî û civakî yên Êzidî yên wekî meclîsa gel û meclîsa jinan a Şengalê bixebitin. Da ku Êzidîxan wekî herêmeke xweser di çarçoveya yasayên Iraqê û navneteweyî de bicih bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN