• Bi meşeke mezin a li Sinûnê, nûnerên xelkê Şengalê got, xweserî mafê Şengalê ye. Wan xwest artêş ji Şengalê vekişe ser xetên xwe yên wezîfeyê û 3 ciwanên Êzîdî yên girtî jî bên berdan.

Bi hezaran Şengalî li Sinûnê bi dirûşmeya, “Xweserî mafê me ye, em xweseriyê dixwazin” li dijî hewldanên pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê, zextên li ser Şengalê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, meşiyan û careke din daxwaza pejirandina sîstema xweser a Şengalê kirin. Di daxuyaniya di dawiya meşê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin da ku van daxwazan qebûl bike û bi cih bîne.

Pêkhateyên Şengalê doh bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, zêdebûn û berbelavbûna artêşa Iraqê li herêmê, zextên hikûmeta Mistefa Kazimî ya li dijî Êzîdiyan meşiyan. Meşa girseyî bi dirûşma, “Xweserî Mafê me ye, em mafê xwe dixwazin” hate lidarxistin.

Meşa ku ji qada Şehîd Zerdeşt ya navçeya Sinûnê dest pê kir, heta bi Çerxerêya Sinûnê dewam kir. Di meşê de bi sedan wêneyên şehîdên Êzîdxanê hatin rakirin û timî dirûşmên, “Bimre xiyanet”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd Namirin” hatin gotin. Li çerxerêya Sinûnê, Cihgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê, Azad Hisên daxuyanî da. Li ser navê Meclîsa Eşîrên Şengalê û Rêveberiya TAJÊ jî axaftin hatin kirin û ji Iraqê hate xwestin, rêzê li îradeya gelê Şengalê û destketiyên wan bigire.

Me rê li ber fermanê girt

Azad Hisê daxuyanî da li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û 4 daxwazên sereke pêşkêşê hikûmeta federal a Iraqê kirin. Wî got, “Di nav van 8 salên dawî de me ji milekî ve axa xwe li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê û hevkarên wê parast û ji milekî ve jî me sîstema xwe ya xwebirêvebirin û xweparastinê bi pêş xist. Ji bo vê jî me bi sedan keç û xortên xwe kirin cangorî ji bo Şengaleke xweser û azad.

Niha car din Şengala pîroz û qedîm bi pîlanên nû yên fermanê re rû bi rû ye. Pîlana 9’ê Cotmehê ku ji aliyê civaka me ve wekî fermana nû hatibû binavkirin, esas, pîlaneke şer e ku dixwaze îradeya civaka me tine bike. Ji 9’ê Cotmeha 2020’an ve bi gelek rê û rêbazên cûda xwestin vê pîlanê bixin meriyetê lê me bi ked, bawerî û berxwedaneke mezin rê li ber girt."

Artêşa Iraqê 3 ciwan girtine 

Azad Hisê di dewamê de got, "Lê em niha dibînin ku ev pîlana bi destê hikûmeta Kazimî û PDK’ê, her wiha bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û hin hêzên navneteweyî hatiye amadekirin, dixwazin careke din li me ferz bikin. Bi taybet piştî hilbijartinên Iraqê êrişên li dijî Şengalê giran û berfereh dibin. Di 7’ê Kanûnê de pêşengê civaka me Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel bi bêbextî şehîd kirin. Niha jî artêşa Iraqê êrişî ciwanên Êzîdî kir û heta niha 3 ciwanên me girtî ne.

Koalîsyon û NY hevkarê êrişan in

PDK li benda wê xeyalê ye ku car din vegere Şengalê û hewl dide van êrişan rewa bike û xiyaneta xwe gihandiye asta herî jor.

Hikûmeta Kazimî ku ji bo serweriya Iraqê li hemberî dewleta Tirk helwêst nîşan neda, bi hinceta peykerê fermandarê mezin Şehîd Zerdeşt, bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê şandin Şengalê. Niha vê artêşê xwe li her derî bi cih kiriye. Herî dawî jî di 21’ê Çile de zarokên Êzîdxanê, fermandar Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn. Em baş dizanin ku ev êriş, zext, dorpêçkirin û gefên li dijî Şengalê hemû bi hev ve girêdayî ne. Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî jî bi bêdengiya xwe hevkar û piştevanên van êrişan in."

Bi kêra dewleta Tirk tê

Azad Hisê got, "Bi êriş, zext, gef û dorpêçkirinê kes nikare îradeya me û gelê me bişkîne" û wiha dewam kir: "Di dema fermanê de, PDK û artêşa Iraqê her kes ji ber çeteyên hov ên DAIŞ’ê reviya, lê me li ber xwe da û em bi ser ketin. Û em dibêjin, kî dibe bila bibe, heger bixwaze îradeya me tine bike, heqaretê li şehîdên me, li bîr û baweriya me bike, em ê bi hêza xwe hemûyî li ber bisekinin.

Em bang li hêzên siyasî yên Iraqî û hêzên navneteweyî dikin: Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê xwedî projeya çareseriyê ne. Em alîgir û piştevanê diyalog û çareseriyê ne. Em amade ne ku bi dewleta Iraqê re rewşa siyasî, îdarî û civakî ya Şengalê nîqaş bikin û bigihin çareseriyeke hevbeş. Şer û pevçûna li Şengalê tenê di berjewendiya PDK, dewleta Tirk a dagirker û hin aliyên siyasî yên Iraqî de ye."

4 daxwazên Şengalê 

Azad Hisê bang kir ji bo xurtkirina zemînê diyalog ûş çareseriyê û daxwazên li ji hikûmeta Iraqê û hêzên navneteweyî kirin:

- Me navê ku artêşa Iraqê wekî ku şerê dewletekê dike xwe li nav gelê Şengalê evçend bi cih bike. 

- Hi mehekê zêdetir e, 3 ciwanên Êzîdî bêsebep û bêguneh hatine girtin û ew birine Telaferê. Lazim e di demeke kurt de ev ciwanên Êzîdî bên serbestkirin.

- Fermandar Zerdeşt, yek ji remzên pîroz ên civaka Êzîdî ye. Wî li ber DAIŞ’ê Şengal û Êzdiyatî parastiye. Lazim e peykerê wî teslîmî civaka Êzîdî were kirin.

- Ji ber liv û tevgera wesayîtên artêşê, li Sinûnê qezayek rû da û di encamê de 2 zarokên me canê xwe ji dest dan. Piştî qezayê, hin leşkerên şa bûn. Lazim e ji wan kesên berpirsyar hesab were xwestin da ku car din ev bûyer dûbare nebin. 

ROJNEWS/ŞENGAL