• Yûsra Receb: Xelk dixwaze Şengal xweser be. Ev daxwaz jî li qanûnên Iraqê tê. Xelkê Şengalê welatiyê Iraqê ye. Destûra Bingehîn a ıraqê wî mafî dide her kesî ku bi ol, nasname û zimanê xwe bijî.

Parlamentera Parlamena Iraqê, Yûsra Receb çû serdana konê çalakiyê yê li Şengalê. Yûsra Receb li wir peyivî û got, li gorî qanûnên Iraqê mafê xelkê Şengalê ye ku bi rengekî xweser bijî û xwe biparêze. 

Heyeta bi pêşengiya Parlamenter Yûsra Receb pêr çû serdana Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û konê nobetê yê li dijî lihevkirina Tirkiye-Iraq-Hewlêrê hatiye vedan. Xelkê Şengalê li dijî peymana Tirkiye-Iraq-PDK'ê ev zêdeyî 4 mehan e bi dirûşma "Em hemû Asayîş in" kon vedaye. Di hevdîtinê de wan daxwazên xwe ragihandin heyeta Iraqê.
Parlamenter Yûsra Receb li ser xweseriya Şengalê li vir axivî. Yûsra Receb bi bîr xist ku wan sond xwaribû, bêyî ku cudahiyê bixin nava ol, mezheb û neteweyekê di her şert û mercî de erk û wezîfeya xwe bi cih bînin û destnîşan kir, daxwazên xelkê Şengalê yên ku 128 roj in çalakiyê dike, divê tavilê bêne qebûlkirin.

Mafê wan ê herî xwezayî ye
Yûsra Receb got ji hikûmeta Iraqê heta niha kesî serdana konê çalakiyê nekiriye, guh nedaye daxwazên Şengaliyan û wiha peyivî, "Ev xelk daxwaza mafên xwe yên rewa dike. Yek ji daxwazên vî xelkî ew e ku hêzên di rojên zehmet de dest ji wan berdan û reviyan, venegerin Şengalê. Ev daxwaz jî mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji ber ku baweriya vî xelkî bi van hêzan nemaye.

Xelk dixwaze Şengal xweser be. Ev daxwaz jî li qanûnên Iraqê tê. Şengalî welatiyên Iraqê ne. Destûra Bingehîn a Iraqê wî mafî dide her kesî ku bi ol, nasname û zimanê xwe bijî. Lewma daxwazên çalakgeran rewa ne. Ez bi xwe jî piştgiriya wan dikim û daxwazên wan di cih de dibînim. Mafê wan e ku xwedî hêzekê bin. Ji ber ku ji bilî hêza wan a leşkerî, ti hêz nikare wan baştir biparêze."

Em ê bi xelkê Şengalê re bin

Ji bo hêzên derve bandorê li dewleta Iraqê nekin, divê em bêhtir bi biryar û xwedî îrade bin. Sekna bi biryar û berxwedana xelkê Êzîdî pîlanên hêzên navneteweyî yên li Şengalê pûç kirin. Em ê heta dawiyê bi xelkê Şengalê re bin."

Yûsra Receb behsa peymana di navbera serokwezîr Mustefa Kazimî û hikûmeta Hewlêrê de kir û wiha nerazîbûna xwe anî ziman: “Ev peyman bi giştî nayê qebûlkirin, ji ber ku xwediyê mijarê yê bingehîn beşdarî vê peymanê nebûne. Îro min hin xwişkên xwe yên Êzîdî dîtin û me behsa vê mijarê kir. Axaftina yekê ji wan gelekî mantiqî bû û wiha got: ‘Gelo kurê me yê şehîd bûye, kurê Barzanî ye? Ey birêz Kazimî li şûna ku hûn bi xwişk û birayên Êzîdî re li hev bikin, hûn çima bi Barzanî re peymanan îmze dikin?”

Reva wan ji bîr naçe

Endama TAJÊ Emşe Şengalî jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana Parlamenter Yûsra Recep û heyeta pê re anî ziman û diyar kir ku wan ji heyetê xwestiye dengê wan bidin bihîstin. Emşê Şengalî destnîşan kir ku divê zextên li ser wan tavilê bi dawî bibin û ragihand, wê xaka Şengalê ji kesî re nehêlin. Şengalî diyar kir, ew ê ti hêza ji derve qebûl nekin û anî ziman ku wan ji bîr nekiriye, di dema êrişên DAIŞ'ê de hêzên Iraqê û yên PDK'ê çawa reviyane.

Komplo ne ji berjewendiyên Iraqê ne

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hacî jî ji ber serdan û piştgiriya Yusra Receb malavahiya wê kir. Hisên Hacî li dijî destwerdanên herêmî yên di karûbarên Şengalê de nerazîbûn nîşanda û got: “Zextên li ser gelên me hemû û komployên derve li paş perdeyan li dijî welatiyên me tên hûnandin, berjewendiyên hin partî û blokên siyasî ne ku ti carî ne ji berjewendiyên Iraq û Şengalê ne.

Hevserokê Rêveberiya Xweser Hisên Hacî hin aliyên Iraqî tewanbar kirin ku bi zanebûn doza Şengalê paşguh dikin û got: “Ji dema fermanê ve û heta niha 5 parêzgar û 4 serokwezîr û Qeymeqam hatine guhertin û me ti xizmetek ji wan nedît.
Êdî bes e ji paşguhkirina mafên Êzdiyan re, êdî bes e ku serê xwe li ber zextên derve û lihevkirinên siyasî yên li ser hesabê xwîna zarokên dayikên Şengalê, ditewînin.

Em ê li ber xwe bidin, em ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî û rewa yên li gorî destûra Îraqê bernadin.” 

ROJNEWS/ANF/ŞENGAL