• Endama Meclîsa TAJÊ li Şengalê Emşê Elî: Mesrûr Barzanî çi ji Şengalê dixwaze, bila destpêkê nerazîbûna xelkê ya li dijî xwe çareser bike. Iraqê lihevkirina li ser Şengalê jî bi PDK’ê re çêkir. Hesab hemû li gorî berjewendiyên bazirganiyê kirine.

LEYLA LORÎN
ROJNEWS/ŞENGAL

Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Emşê Elî bersiva gefên Mesrûr Barzanî da û got; “Bila Barzanî destpêkê biçe pirsgirêkên xelkê herêmê, alozî û nerazîbûna gelê Başûr çareser bike. Em ji gefên ti kesî natirsin, Xwerêvebirin mafê Êzidiyan ê herî rewa ye.”

Nerazîbûnên ji gefên serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li dijî Şengalê, her ku diçe, zêde dibin. Endama Meclîsa (TAJÊ) Emşê Elî bersiv da gefên Barzanî.

Emşê Elî destpêkê got, li şûna Mesrûr Barzanî gefan li Şengalê bixwe, bila pirsgirêkên xelkê Başûrê Kurdistanê yê nerazî çareser bike û wiha pêde çû; “Mesrûr Barzanî çi ji Şengalê dixwaze, bila destpêkê nerazîbûna xelkê ya li dijî xwe çareser bike. Hikûmeta Iraqê dewleteke bê îrade ye, îradeya wan di destê Tirkiye û welatên derve de ye. Lihevkirina li ser Şengalê jî bi PDK’ê re çêkir. Hesab hemû li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganiyê kirine.”

Dibe ku MÎT jî DAIŞ jî di navê de be

Emşê Elî mezinahiya hêza Iraqê şandî Şengalê jî bi bîr xist û got, heger beriya fermanê Iraqê hêz şandiba, komkujî wê pêk nehata: “Şengal di destê zarokên Êzîdî de aram e, gelo kê dema şerê çeteyên DAIŞ’ê de, Şengal rizgar kir? Mane şervanên azadîxwaz û zarokên Êzîdiyan bûn? Yên ku berdêl dane Êzîdî ne. Leşkerên niha tînin Şengalê nayên nasîn, di nava wan de MÎT’a Tirk û PDK heye. Dibe ku çeteyên DAIŞ’ê jî hebin. Em ê weke Êzîdî vêna qebûl nekin, ji ber ku di fermana dawî de xwîneke zêde hate rijandin. Ji bo vê, em xweseriya Şengalê dixwazin, xwerêvebirin mafê Êzîdiyan ê herî rewa ye.”