- Ji ber ku hêzên Iraqê cenazeyekî şervanê YBŞʼê yê li Mûsilê nadin û 2 şervanên birîndar girtine, xelkê Şengalê serî rakir û seytereyek xist destê xwe. Rayedaran soz da ku ew ê cenaze û şervanên birîndar radest bikin. Li ser vê çalakî bi dawî bû.
Xelkê Şengalê ku li dijî binçavkirina şervanê YBŞ’ê yê di êrîşa balefirên dewleta Tirk de birîndar bibû û piştre jî şehîd bibû, her wiha li dijî binçavkirina 2 welatiyan, seytereyek hêzên Iraqê xistin destê xwe, piştî soza rayedaran, çalakiya xwe bi dawî kir. Li gorî soza hatiye dayîn divê heta sibe (îro) êvarê cenazeyê şervanê YBŞ’ê were radestkirin û herdu welatî werin berdan.
Di 9’ê mijdarê de balafirên arteşa Tirk mezraya Xelef a girêdayî gundê Barê yê bajarokê Xanesorê yê Şengalê bombebaran kiribûn. Di encama êrişê de endamekî YBŞ’ê û 2 welatî birîndar bibûn. Hersê birîndar piştî êrişê veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê, lê şervanê ku hîn nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, li nexweşxaneyê şehîd bû. Hêzên Iraqê cenaze desteser kirin û hîn jî radestî malbatê nehatiye kirin. Her wiha herdu welatî jî li nexweşxaneyê hatine girtin.
Soz dan wê cenaze bidin
Li hemberî êriş û van pêkanînan xelkê Şengalê doh careke din daket kolanan. Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Şengalê kom bûn, dest bi meşê kirin. Di meşê de ku wêneyên şehîdên YBŞ hatin hildan, pankartên wekî, “Em ji zindanên we natirsin” hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên li dijî êrişan hatin berzkirin.
Xwepêşandêran li ser rêya meşê seytereyek hêzên Iraqê xistin destê xwe û diyar kirin ku heta cenazeyê şervanê YBŞ’ê tê teslîmkirin û herdu welatî jî tên berdan, wê çalakiya xwe ya li seytereyê dewam bikin.
Di dema çalakiyê de şandeyek ji nava gel bi rayedarên polîsên Iraqê re axivîn û daxwazên xwe pêşkêş kirin.
Piştî hevdîtinê Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm daxuyaniyek da. Heso Îbrahîm da zanîn ku rayedaran daxwazên wan guhdar kirine û soz dane heta sibê êvarê cenazeyê şervanê YBŞ’ê were rasdestkirin û herdu welatiyên birîndar jî werin berdan.
Heso Îbrahîm diyar kir ku wan ji rayedaran re gotiye ku eger heta sibe êvarê ev soz neyê bicîhanîn, ew ê helwesta xwe tundtir nîşan bidin û çalakiyên xwe zêdetir bikin. Piştî daxuyaniyê xwepêşandan hat bidawîkirin.
ŞENGAL/ROJNEWS