Xwepêşandan encama şikestinek kûr e

În 30 Çile 2026 - 03:40

ROZA METÎNA / AMED

Nivîskar Êrfan Geylanî da zanîn bûyerên dawî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nikarin tenê wekî pêlek xwepêşandanên bêserûber an bertekek hestyarî ya li hember bûyerek taybetî werin hesibandin û got:” Tiştê ku îro li kolanên bajarên Kurdan û herêmên cuda yên Îranê diqewime encama şikestinek kûr a di navbera civak û hikûmetê de ye."

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê dewam dikin. Êrişên rejîmê jî bi awayekî tund dewam dikin. HRANA'yê herî dawî ragihand ku wan heta niha mirina 6 hezar û 221 kesan piştrast kirine. HRANA'yê got ku yên hatine qetilkirin 100 jê zarok in. Têkildarî geşedanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nivîskar Êrfan Geylanî nirxandin kir. Êrfan Geylanî wiha got;”Ji bo min eşkere ye ku mesele ne tenê guhertina hikûmetekê ye, lê guhertina mantiqa rêveberiyê ye. Ezmûna herêmê fêrî me kir ku hilweşîna rejîmek bêyî projeyek siyasî ya zelal dikare karesatek nû biafirîne, ne rizgariyê.”

Xwepêşandan encama şikestinek kûr e

Êrfan Geylanî da zanîn bûyerên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne encamên çend salan e, encamên salên dûdirêj in û wiha got:"Bûyerên dawî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nikarin tenê wekî pêlek xwepêşandanên bêserûber an bertekek hestyarî ya li hember bûyerek taybetî werin hesibandin. Tiştê ku îro li kolanên bajarên Kurdan û herêmên cuda yên Îranê diqewime encama kombûna çend dehsalan a tepeserkirina siyasî, cudakariya avahîsaziyê, hilweşîna aborî û şikestinek kûr a di navbera civak û hikûmetê de ye. Rojhilatê Kurdistanê, ji ber hevgirtina tepeserkirina neteweyî û zexta ewlehiyê, her gav yek ji xalên herî hesas ên di vê hevkêşeyê de bûye û xwepêşandanên li vê erdnîgariyê bi gelemperî zûtir, kûrtir û radîkaltir çêdibin."

Ev êrîş ji bertekekê bêtir in

Êrfan Geylanî da zanîn êrişên pêk tên di heman demê de ji bertekekê bêtir in û wiha pê de çû:"Li herêmê, dijwarbûna xwepêşandanên navxweyî bi zêdebûna rageşiyên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de girîng e. Êrîşên Komara Îslamî yên li ser Rojhilatê Kurdistanê divê di çarçoveya fikarên ewlehiyê yên Tehranê de li ser her guhertinek di hevsengiya hêzê de werin analîzkirin. Rojhilatê Kurdistanê ne tenê ji perspektîfa rejîmê ve pirsgirêkek Kurd e, lê belê beşek ji kûrahiya wê ya stratejîk û ewlehiyê ye. Di rewşekê de ku îhtîmala zextên derveyî an senaryoyên destwerdanê tê raberkirin, Tehran hewl dide ku her hêzek xweser an potansiyel a bi Rojava re têkildar pêşwext kontrol bike. Ev êrîş ji bertekekê bêtir in, ew peyamekê ji aktorên herêmî re dişînin."

Rola jinan berbiçav e

Êrfan Geylanî her wiha bal bir ser rola jinan a di têkoşînê de û wiha dewam kir:"Di vê navberê de, rola jinan li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê berbiçav û biryardar e. Tevgera Jin, Jiyan, Azadî êdî ne sloganek e, lê bûye paradîgmayek siyasî ku di heman demê de pergala baviksalar, olî û ewlehiyê dixe ber pirsê. Jin ne tenê di pêşengiya xwepêşandanan de ne, lê bi rêya torên civakî, têkiliyên herêmî û şikandina tabûyên tirsê, wan tora exlaqî û civakî ya berxwedanê domandiye. Vê yekê hiştiye ku tevger tevî tepeserkirina dijwar berdewam bike û ji asta daxwazên sînorkirî derbas bibe."

Ji bo dayina cenaze pere dixwazin

Êrfan Geylanî bi lêv kir ku xwestina pereyan a ji malbatan a ji bo teslîmkirina cenazeyan ne exlaqî ye û wiha dewam kir:"Reftara rejîmê li hember van xwepêşandanan nîşanek eşkere ya krîzek rewatiyê ye. Gulebarankirina mirovan a heta di qadên olî de û bikaranîna olê hilweşîna exlaqî ya avahiya serdest nîşan dide. Her wiha xwestina pereyan a ji bo teslîkirina cenazeyan jî heman tişt e. Di pergalek wisa de, welatî ne xwediyê mafan e lê belê objeyek kontrol û tirsandinê ye. Ev yek jî valahiya di navbera civak û hikûmetê de kûrtir dike."

Dê bandorê li Rojhilata Navîn bike

Êrfan Geylanî da zanîn wê geşedanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bandorê li ser Rojhilata Navîn jî bikin û wiha got:"Encamên van pêşketinan dê bi Îranê ve sînordar nebin. Îran lîstikvanek sereke ya li Rojhilata Navîn e û bêîstîqrariya wê ya navxweyî bandorek rasterast li ser hevkêşeyên herêmî dike, ji bazara enerjiyê bigire heta pêşbaziya di navbera hêzên cîhanî de. Ji bo Ewropa û cîhanê, pirsgirêka Îranê êdî ne tenê pirsgirêkek nukleerî yan polîtîkayek derve ye, lê bûye krîzek civakî û mirovî ku dikare pêlên bêewlehiyê, koçberiyê û bêîstîqrariyê ji sînorên xwe derxîne. Bi kurtasî, tiştê ku îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê diqewime nîşanek ketina qonaxek nû ya pevçûnê ya di navbera civak û hikûmetê de ye; qonaxek ku bi tepeserkirina demkurt an bêxemiya navneteweyî nayê kontrolkirin. Ev pêşketin dê bibin sedema guhertinên hêdî hêdî yan jî krîzên kûrtir. Ev pêşketin wê bandorê li ser hevsengiyên Rojhilata Navîn û nêrîna cîhanê ya li ser Îranê bikin."

Nîşana hilweşîna rêjîmekê ye

Êrfan Geylanî herî dawî wiha got:"Tiştê ku îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê diqewime nîşana hilweşîna rêjîmeke kevnar e, lê hilweşîn bi serê xwe nayê wê wateyê ku azadî heye. Civak şiyar bûye. Hêza serdest rewatiya xwe winda kiriye lê hîn jî amûrên tundûtûjiyê di destê xwe de digire û vê nakokiyê rewş xeternak û biryardar kiriye. Ji bo min eşkere ye ku mesele ne tenê guhertina hikûmetekê ye, lê guhertina mantiqa rêveberiyê ye. Ezmûna herêmê fêrî me kir ku hilweşîna rejîmek bêyî projeyek siyasî ya zelal dikare karesatek nû biafirîne, ne rizgariyê. Rojhilatê Kurdistanê û jinan nîşan dan ku azadî bêyî rûmeta mirovan û bêyî wekheviya neteweyî û zayendî bêwate ye. Ger ev deng neyê bihîstin, wê pêşeroja Îranê ne demokratîk û ne jî domdar be. Ez bawer dikim ku çarenûsa Îranê ne tenê li Tehranê, lê li Sine, Zahedan, Ehwaz, Tebrîz û kolanên jibîrkirî jî tê nivîsandin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.