Xwendina li Mexmûrê tê astengkirin

Duşem 12 Gulan 2025 - 03:00

Ji ber ambargo û rêgiriya PDK’ê û Îraqê ya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê, xwendekar ji mafê xwendinê bêpar dimînin. Li ser vê yekê xwendekaran bang kirin ku astengiya li pêşiya wan rabe. 

Xelkê wargeha Mexmûrê ku ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûbûn, ji sala 1998’an ve li Mexmûrê dijîn. Beriya demekê Hevserokatiya Meclîsa Gel a wargeha Mexmûrê ragihand ku Îraq nasnameyên xelkê Mexmûrê çênake, xurek belav nake û pirsgirêkên tenduristî, îdarî û zagonî yên wargehê çareser nake. 

Yek ji qadên ku herî zêde ji êrîşên dewleta Tirk, ambargo û rêgiriya PDK û hikûmeta Îraqê bandor dibe, qada perwerdê ye. Ji dema ambargoya PDK’ê heta niha xwendekar nikarin herin zanîngehên Başûrê Kurdistanê. Ango ji mafê xwe yên xwendinê bêpar in. 

Têkildarî mijarê û bandorbûna xwendekaran a ji ambargo û rêgiriyê, Endama Rêveberiya dibistana Amedeyî ya Şehîd Koçerîn mamoste Aysel Bîlen axivî.

Aysel Bîlen diyar kir ku bi salan e xwendekar nikarin herin zanîngehan û xwendina wan di nîvî de dîmîne. Aysel wiha got: “Ev jî ji ber rewşa siyasî ye, ango ji ber rêgirî û ambargoya PDK’ê ye. Ji ber wargeh û rewşa erdnîgarî ya wargehê, wekî girtîgehek lê hatiye. Cîhek ku ji bo derûniya kes rihet bibe nîne, her der hatiye girtin. Ev yek hem bandorê li ser civak hem jî xwendekaran dike. Herî dawî hinek hewldanên me çêbûn ku xwendekarên me li aliyê Îraqê biçin zanîngehan. Nêzîkatiyên erênî derketin, lê piştî ku wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê hat Îraqê ev nêzî 20 rojan e êdî riyên derketina Îraqê jî li ser me hatin girtin. Heta niha Hewlêr qedexe bû, niha Bexda, Musil, Kerkûk, Silêmanî û deverên din ên Îraqê jî qedexe kirine.”

Xwendekara bi navê Jînda Yildiz jî diyar kir ku her xwendekarek dixwaze bixwîne û xwendina xwe biser bixe û wiha got: “Lê ji ber pirsgirêkên heyî perwerdeya xwe nikarin temam bikin. Hinek hevalên min hene ku dev ji dibistanê berdane, ji ber ku ti hêviyek wan nîne ku bixwînin. Daxwaza me ew e ku deriyê zanîngehan ji me re werin vekirin, da ku em bikarin xwendina xwe temam bikin.”

NÛJINHA /MEXMÛR / BERJÎN KARA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.