‘Xwendin nebe kes naçe pêş’

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Hezîran 2022 - 02:09

  • Evîn Teyfor: Jin niha dikare xwe bigihijîne armanca xwe û bi azadî xwe bi pêş ve bibe. Weke Cegerxwîn jî gotiye, xwendin nebe kes naçe pêş, ava dibe pir derd û êş. Ez hêvîdar im çanda xwendinê di nava civakê de bi pêş bikeve. Bi rêya xwendin û wêjeyê mirov pêş dikeve.

YARA KENDEŞ

JINNEWS/KOBANÊ

 

Her çiqas Wêjeya Kurdî nebûye wêjeya desthilatdariyê, lê ji ber dewlemendiya xwe bandorek mezin a baş di Rojhilata Navîn û cîhanê de pêk aniye. Jin jî roleke girîng di bipêşketina wêjeyê de girtine. Evîn Teyfor girîngî û bipêşketina jinê ya di Wêjeya Kurdî de nirxand. 

Evînê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev 5-6 sal in wê dest bi xebatên nivîs û wêjeyê kiriye û wiha peyivî: "Ez niha li Peymangeha Şehîd Zozan mamostetiyê dikim. Ev nû ye ku ji bo xebatên amadekirina kovarekê ez hatime zanîngehê. Her wiha di wergerê de li vê derê dixebitim, ez a niha li Zanîngeha Wêjeyê dixwînim jî. Ez dikarim bibêjim, ev 5-6 sal in min dest bi xebata nivîsê û wêjeyê kiriye. Xebatên min bêhtir di warê wêjeyê de ne. A niha 2 heb pirtûkên min li ber çapê ne. Pirtûka min a yekem 'Saeta Çîrokên Zarokan' e. Di wê pirtûkê de şeş çîrok hene. Ya din jî bi navê 'Lekeya Tirsê' ye. Di vê pirtûkê de jî 12 çîrok hene."

‘Ez ê romanan bi Kurdî bixwînim’

Evînê bal bire ser wê yekê ku wê kengî û kîjan salê dest bi xebatên xwe yên di milê wêje û nivîsê de kiriye û got, "Min sala 2016'an dest bi xebatê kir. Ez 14 salî bûm, wê demê min dest bi xwendina romanan kir. Ev jî bi piştgiriya xwişka min a mezin bû. Wê jî Beşa Dîrokê di Zanîngeha Helebê de dixwend. Min her car didît ew diçe zanîngehê. Wê demê xewn û xeyalên min ji bo xwendinê mezin dibûn. Her wiha hezkirina min ji bo xwendina pirtûkan her ku diçû bi hêztir dibû. Piştî temenê 14 salî, ez dikarim bibêjim ku êdî min dikaribû hinekî bixwenda. Belkî hinekî lawaziya min a ziman û wêjeyê hebû. Lê ez gelekî xebitîm ji bo ku bi pêş bikevim. Her wiha wê demê min dest bi xwendina pirtûkên Erebî kir. Yanî ji wê demê heta niha, hema hema min 2200 pirtûk xwendine. Min hem bi zimanê Kurdî hem jî bi zimanê Erebî xwendin. Piştî ku min Peymangeya Şehîd Gîvara Dalî xwend, wê demê min biryar stend ku ji nû ve fêrî zimanê Kurdî bibim. Êdî min got ez ê romanan bi zimanê Kurdî bixwînim."

Mamostetiya wêjeya Kurdî dike 

Evînê weke jineke ciwan li hember zehmetiyan gavên serketî avêtine û lin ser wan ew dibêje, "Min di destpêkê de gelek zehmetî ji aliyê têgehan ve didîtin. Min rojane deh kêliyan dixwend. Êdî min nikaribû xwendina bi Kurdî temam bikira. Ji ber ku mirov destpêkê zorê dibîne, lê pişt re li pey xwe dihêle. Lê hema piştî salekê ez hinekî li xwe vegeriyam. Min dît ku asta min ji berê baştir bûye. Yanî min dît, li gorî rewşa min a berê ez pirr pêşketî me. Piştî wê demê min êdî dest bi xwedina helbest û çîrokên Kurdî kir. Di Peymangeha Şehîd Zozan de min dest bi mamostetiya Wêjeya Kurdî kir. Li vir, ez beşdarî xebatên pêşbirk û kovaran bûm. Ez di asta sêyemîn a pêşbirka ciwanan de bi ser ketim. Her wiha di pêşbirka Şehîd Viyan a Çîrokan de bi ser ketim."

‘Derbarê zarokan de lêkolînên min hene’ 

Evînê di dirêjahiya axaftina xwe de da xuyakirin ku wê di xebatên kovarên Destan, Şermon û Ekolojiyê de cih girtiye û wiha pê de çû: “Par Zanîngeheke Online hat vekirin, bi pêşengiya Dr. Seydo Aydogan. Di vir de ez fêrî rêbazê lêkolînê bûm. Çawa bi awayekî zanistî lêkolînê bikim, li ser vê sekinîm. Min di wê demê de biryar da ka çawa di milê lêkolînan de xwe xurt bikim û bi ser bikevim. Min dest bi lêkolînan kir, lêkolîna min a yekem li ser çîrokên zarokan bû. Piştî wê di Kovara Zanistî de hate belavkirin, jixwe ji aliyê kovaran de bi giştî navê min hatiye pejirandin. Niha lêkolînên min ên derbarê zarokan de hene. Her wiha min li ser zimannasiyê û klasîkê jî lêkolîn amede kirine. Niha jî ez li Zanîngeha Kobanê beşa Ziman û Wêjeyê dixwînim. Tevî vê xebata min û keda min dîsa jî ez nikarim ji xwe re bêjim, nivîskar. Ji ber ku hîn gelek mijar hene ku bi wan dakevim û wan zêdetir nas bikim."

‘Xwendin û wêje mirov bi pêş dixe’

Evînê diyar kir ku bi rêya xwendin û wêjeyê, mirov bi pêş dikeve û gotinên wiha bi dawî kirin: “Em niha dinihêrin, jinê parastina zimanê xwe kiriye. Ruxmî ewqas zehmetî jî dîsa sînor li pêşiya xwe danenîne. Negotine, em nikarin li ber xwe bidin. Jin niha dikare xwe bigihijîne armanca xwe û bi azadî xwe bi pêş ve bibe. Weke Cegerxwîn jî gotiye, xwendin nebe kes naçe pêş, ava dibe pir derd û êş. Ez hêvîdar im çanda xwendinê di nava civakê de pêş bikeve. Bi rêya xwendin û wêjeyê mirov pêş dikeve."

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.