Xwendekarên serketî yên Dêrazorê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 12 Sibat 2025 - 00:24

Navenda Hecîn a Perwerdehiyê ya li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê ji bo hezar û 500 xwendekarên serketî yên 33 dibistanan, şahiya xelatkirinê li dar xist.

Navenda Hecîn a Perwerdehiyê li kantona Dêrazorê bi beşdariya bi dehan xelkê bajêr, endamên navendê û rûspiyên herêmê şahiya xelatkirina xwendekarên serketî organîze kir.

Hevserokê Komeleya Perwerdehiyê Mihemed El Letîf axaftina destpê kir û kedên xwendekarên serketî pîroz kirin.

Her wiha endamê Komîteya Şopandinê Faris El Îbrahîm teqezî li ser girîngiya rola xwendekarên di pêvajoya xwendinê de bi serketine kir û got: "Em siberojeke ronîdar ji çavên wan dibînin. Her kesek ji wan bi awayekî wekhev hişt ku dibistanên me bi ser bikevin. Em îro vê şahiyê li dar dixin ku beşirînekê li ser rûyê çêbikin û em beşdarî kêfxweşiya xwendekarên xwe yên serkeftî dibin."

Di şahiyê de, ji hêla komên "Kevokên Aştiyê", "Perperîkên Siberojê", “Lehengên Siberojê" şano hatin pêşkêşkirin.

Şahî bi xelatkirina hezar û 500 xwendekarên serketî yên ji 33 dibistanan bi dawî bû.

ANHA/DÊRAZOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.